Li bajarê Elmanyayê Kolnê, şewitandina daristanên Kurdistanê yên bi destê artêşa Tirk hate protestokirin. Konê ji bo protestoyê li pêşiya gara navendî ya trênan a HBF’a Kolnê hat danîn. Çalakiyê doh dest pê kir û dê îro û sibe jî di navbera saet 15.00-19.00’an de dewam bike. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê, Meclîsa Jinan a Viyanê ya Kolnê, AGÎT, ATÎF, FEDA, Yaşanacak Dunya, Înîsîyatîfa Maraşê û PJAK’Ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de têkildarî şewitandina daristanên Kurdistanê yên bi destê dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin û xwendin. Çalakgeran îşaret pê kir ku dewleta Tirk dixwaze bi şewitandina daristanan xwezaya Kurdistanê jî qirr bike û û erdên wê jî ji xelkê wê xalî bike.
KOLN