LUQMAN GULDIVÊ
Li semta Xuwat el-Şe’ael a ser bi paytexta Lîbyayê Trablusê, van kêliyan şerekî dijwar diqewime. Sedema şer jî kuştina xortekî bi sîleh bûye. Li Lîbyayê çeteyên dewleta Tirk pişta wan digire û çeteyên dewleta Tirk ji Sûrî şandî Lîbyayê, tevî artêşa Tirk li dijî hêzên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê 25’ê Adarê dest bi êrişekê kiribûn û navê “Bahoza Aştiyê” lê kiribûn. Di vê bahozê de heta niha herî kêm 339 çeteyên dewleta Tirk û çeteyên ser bi hikûmeta çeteyan ve hatine kuştin. Hîna doh li gorî çavkaniyên eskerî 4 efserên Tirk jî li Lîbyayê hatine kuştin.
Şerê dijwar aştî jî agirbest jî nehişt
Li gorî çavkaniyên eskerî ji Lîbyayê radigihînin ji 25’ê Adarê ve 339 çete bi destê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ve hatine kuştin. 25’ê Adarê çeteyên dewleta Tirk serkêşiya êrişên li dijî baregeha eskerî ya hewayî ya Alwîtyayê kiribûn û vê êrişa ku navê “bahoza aştiyê” lê hat kirin jî agirbesta heta hingê binpê kir. Di encama vê êrişê de Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) 4 bajar ji destê çeteyan rizgar kiribûn. Ji hingê ve şer dewam dike û nasekine. Ji bilî 339 çeteyên kuştî, heman çavkanî didin zanîn ku 263 çeteyên dewleta Tirk û hikûmeta çeteyên Birayên Misilman hatine kuştin.
Li aliyê din genralê ANL’yê El-Mansûrî îro ragihand ku hêzên wan karîne îro li semta Eyn Zara ya ser bi Trablusê 3 maşînên sîleh li wan montekirî îmha bikin û herî kêm “15 terorîstên” hikûmeta Birayên Misilman bikujin. Di nava çeteyan de fermandarê koma “Tabûra Şoreşger a Trablusê” Abdul Hekûm El-Zeyn jî hebûye.
Li Eyn Zarayê wekî din, fermandarê bereya şer ê El-Qaîdeyî yê çeteyan Azar El-Ezabî jî hatiye kuştin. Ev kesê hanê ji Şûra Mucahidîn a Bengaziyê bûye.
Dîsa çavkaniyên eskerî ragihandin ku cenazeyê 4 efserên Tirk ên ku bi topbaranê hatine kuştin, doh bi şev bi balefiran ji baregeha eskerî ya hewayî a Matîgayê veguheztine Tirkiyeyê.
Teslîmî artêşê bibin
Fermandarê Giştî yê ANL’yê General Xelîfe Hefter jî bang li çeteyên ji Sûrî kir û got, “Ez bang li çeteyên ji Sûrî hemûyan dikim, yên ku xapiyan û niha li bereya şer a Trablusê tevlî şer dibin. Sîlehên xwe deynin û teslîm bibin. Em ê vegera we ya ewle ya ber bi Sûrî ve organîze bikin.”
Gunehên dewleta Tirk naqedin
Dewleta Tirk bi beşdariya xwe ya şerê li Lîbyayê, ew alî ye ku herî zêde hiqûqa şer bi sûcên xwe binpê dike. Îro balefirên wê yên bê mirov li Bine Walîdê bombe li welatiyên sivîl barandin ku di rêza ji bo benzîn û mazotê de bûn. Di encamê de gelek kes birîndar bûn. Doh bi şev jî wan karwanên sivîl kiribûn armanca êrişan û zirarke mezin li maşînan û barê wan kiribû.
Korona bi çeteyên li Lîbya ket
Du çeteyên dewleta Tirk, ji Sûrî veguhestibûn Lîbyayê, bi vîrusa koroanyê ketin û ev her du çete rakirin baregeha eskerî ya li Mitîgayê. 17 çeteyên din ku li Eyn Zarayê bi vîrusê ketin û testa wan pozîtîf jî bû birin malekê. Li gorî agahiyên ji çeteyên dewleta Tirk hatine girtin her du çeteyê rakirina baregeha eskerî ya Mîtîgayê Ahmad Taher Abu Zayd, ê ji Tabûra Hemza û Mahmoud Yousef Abo Ayûb ê ji Tabûra 9ê ye.