REWŞAN DENIZ
Çeteyên dewleta Tirk birî Lîbyayê û yên hikûmeta Birayên Misilman beriya bi sê rojan bi êrişeke berfireh karîn bajarê Sabrata dagir bikin. Tişta derketî holê heman tişt bû ku di dagirkeriya dewleta Tirk de li Rojavayê Kurdiastanê derket holê. Li aliyê din dewleta Tirk mirinê bi dronan jî dibe Lîbyayê ku şerê heyî tenê tevlîhevtir dike.
Hêzên hikûmeta Birayên Misilman û çeteyên dewleta Tirk beriya bi sê rojan êrişeke berfireh a ji erdê û hewayê ve bir ser bajarê Sabrata yê Lîbyayê. Piştî şerên dijwar, çete ketin bajêr. Dîmenên derketin holê, dagirkeriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê anîn bîra mirovan. Jixwe rayedarê eskerî yê vê hikûmetê yên weke Hafiz El-Xuwayl qebûl kir ku çeteyên wan mal û dikanên li bajar talan kirine û mirov bê mehkeme kuştine. Ji bilî dikan û malan, çeteyan erebe û nexweşxaneyên li bajêr jî talan kirin. Heta wan gelek maşîn û dikan piştî talanê şewitandin.

Di dema dagirkeriyê de ji hepsên li Surman û Sabrata 600 girtî jî hatin berdan; gelek ji van ji ber sûcên edlî girtîbûn û hin jî endamê DAIŞ’ê bûn.
Di dema êrişê û dagirkeriyê de çeteyan miameleya şervanan bi zabiteyên bajêr re jî girt û ew êsîr kirin. Fermandarên çeteyên hikûmeta Birayên Misilman ev yek qebûl kir û wî her wiha qebûl kir ku hêzên wan hin malbat ji bajêr kirine der.
Sivîl bê mehkeme kuştin
Wezareta Perwerdeyê jî da zanîn ku yek ji kesên bê mehkeme li Sabratayê çeteyan kuştiye, çavdêrê wan ê perwerdeyê Professor Muhammad Abu al-Qasim Ali Abbas bûye û wezaretê kuştina wî şermezar kir. Hikûmetê wekî din navê 12 kesên din eşkere kir û îdîa kir ku çeteyan ev 12 kesê sivîl jî bê mehkeme bi hovane kuştine. Axir dewleta Tirk diçe ku, hovîtiya xwe jî dibe wir û ev jî xwe bi talan, şêlan û kuştinê dide der.
Şerê li Lîbyayê, drone û destwerdana Tirk
Dewleta Tirk ne tenê çeteyan û hovîtiya xwe dibe Lîbyayê, ew dronan jî dibe û rewşê li wir aloztir dike. Rojnamevana Fasî Hafssa Faxir el-Abîarî li ser dronên bi sîleh ên di şerê li Lîbyayê de nivîsî û ew weke digarker bi navkirin.
Hafssa Faxir el-Abîarî lêkolînên li ser ewlekariyê û çareseriya arîşeyan dike. Ew dibêje, hêzên ji derve ev dronên bi sîleh weke amûrên destwerdanê yên îştehxweşker dîtine. Li aliyekî dewleta Tirk bi Bayraktar TB2’yan li aliyê din jî Yekîtiya Mîrnîşînên Ereb (YME) bi dronên Çînî yên bi navê Wing Loong.

Ew şerê bi dronan weke şerê nebirêkûpêk bi nav dike û dibêje, “Di şerê konvansiyonel de sedemek heye, aktorên dewletî hene û ferd weke şervan. Bi teknolojiya dronan, xwezayê şerî ji ber sê sedeman weke berê nedîtî, tevlîhev bû”. Yek ji van her sê sedeman kontrolkerên doronan in, yanî ne diyar e ka ew şervan in yan na. Ya din û ya muhim ew e ku hêzên dest werdidin ji derve jî weke berê wê bi nerazîbûneke hundir yan jî ji derve re rûbirû nebin. Li aliyê din jî sedema sisiyan elaqedarî wê yekê ye ku nuansên bere û meydana şer êdî bi temamî diguherin.
Axir li gorî wê bikaranîna dronên bi sîleh ên kujer li Lîbyayê nimûneya herî zelal a destwerdan û çalakbûna hêzên ji derve ye. Yanî dewletên destwerdêr hem bi vê şopên xwe kêm dikin û hem jî mesrefên destwerdanê.
Lîbya sûcdar dike ew dîsa dibêjin PKK
Ev demek e, li ser hin Kurdên ji Rojava ku tevlî nav çeteyên dewleta Tirk dibe Lîbyayê bûne, hin nûçe derdikevin. Hê 6‘ê Nîsanê Fermandariya wan çekdarên navê Pêşmergê Roj li xwe dikin, ev îdîa derewandibûn, ji ber ku hin nûçeyên ji Lîbyayê ew kes weke endamên vê koma çekdar a li Başûrê Kurdistanê didan nasîn. Beriya bi sê rojan bi awayekî fermî berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku hêzên wan kurdek di nav çeteyên dewleta Tirk birî Lîbyayê de girtiye. Wî nav eşkere dikir û digot, ev kes Şakir Ferman Salih Boncuq e. Televîzyoneke Misrî ev daxuyanî weşand û mirov bi awayekî eşkere dibihîze ku ew dibêje, ev kes endamê koma çekdar a Peşmergê Roj e. Li gorî agahiyên ji vî endamê çeteyên dewleta Tirk LNa’yê girtiye, wî ev qebûl kiriye û gotiye, ew li baregeheke dewleta Tirk a li Hewlêrê hatiye perwerdekirin. El-Mismarî ecêbmayî maye û pirsa “Çi îşê kurdekî li Lîbyayê heye” dike.
Sê birayên çeteyî pêşmerge bûne
“Fermandariya giştî” ya vê koma çekdar a bi navê Pêşmergeyê Roj ev daxuyanî derewand û got, ew kesê behsa wî tê kirin ne endamê wan e. Lê ecêba ji ecêban ew bû ku vê koma çekdar nûçeyên ji Lîbyayê û daxuyaniya berdevkê LNA’ye weke propagandaya PKK bi nav kir.
Bavê vî çeteyê hanê yê li Lîbyayê hatiye girtin, Ferman Salih di kanaleke televîzyonê ya li Başûrê Kurdistanê de got, “Me jî weke malbat derbarî wî de lêkolîn kirin. Me got ku eger Şakir çûbû Lîbyayê û tevlî wî şerê qirêj bibe, em weke malbat xwe ji wî bêrî dikin.” Bavê vî çeteyî îdîayên ku kurê wî endamê koma çekdar Pêşmergê Roj e, red kir, lê wî her wiha got, kurê wî sala 2015’an “hatiye” Başûrê Kurdistanê û sê kurên wî yên din bi xwe pêşmerge bûne. Malbatê xwestiye kurê wan Şakir jî bibe pêşmerge.