Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê nerazîbûn her ku diçe zede dibin. Bi sedan Efrîniyên li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê kom bûn û berê xwe dan nuqteya çavdêriyê ya Rûsyayê ya li Şehbayê.
Li ser navê girseyê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi berpirsê nuqteya çavdêriyê ya Rûsyayê li Bakurê Sûriyê Îvalanka re rûnişt. Şandeyê bi navê gelê Efrînê got, divê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin, ji ber ku herêmên bakurê rojava di bin serweriya Rûsyayê de ne û dikare gel ji şer biparêze. Berpirsê Navenda Lihevanînê ya Rûsya yê li Bakurê Sûriyê Îvalanka soz da ku ew ê nameya gelê Efrînê bigihînin fermandariya Rûsyayê.
ANHA/ŞEHBA