Dewleta Tirk di karê xwe yê dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê de dewam kir. Wê piştî Êlih, Farqîn, Licê, Gêl û Erxeniyê, şaredariyên Norşîn, Ciwanîka û Halfeliyê jî bi qeyûman dagir kirin.
Dewleta Tirk a dagirker doh û pêr bi biryara wezareta xwe ya karên navxweyî, pêşî bi qeyûman şaredariyên Êlih, navçeyên Amedê Farqîn, Licê, Erxenî û Gêlê dagir kirin. Piştre jî xwe di djiminatiya xwe ya li dijî Kurdan de betal nekir û şaredariya navçeya Bedlîsê Norşînê, nahîyeya ser bi Sêrtê Ciwanîka û nahiyeya ser bi Îdirê Halfelî bi qeyûman dagir kirin. Yanî dewleta Tirk nîşan da ku ji vîrusa koronayê jî bi tehlûketir e ji bo Kurdan. Di vê demê de ku xizmetên şaredariyan ji bo xweparastina ji vegirtina vîrusa korona heyatî ye, dewleta Tirk êriş bire ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk di heman demê de gelek hevşaredar jî kirin nezaretê. Li hevşaredarên kirin nezaretê hevşaredara Ciwanîka Serhat Çîçek û hevşaredarê Licê Tarik Mercan jî hatin zêdekirin. Ji 65 şaredariyên HDP’ê di hilbijartinan de bi dest xistin, 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 bajar, 34 navçe û 3 nahiye bi qeyûman hatin dagirkirin. Niha di bin birêveberiya HDP’ê de tenê 18 şaredarî mane.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê, Huseyîn Kaçmaz nerazîbûna xwe ya li dijî vê dagirkeriya di dema krîza global a ji ber vîrusa koronayê de wiha îfade kir, “Dinya jî xera bibe AKP dijminatiyê li Kurdan dike.”
Huseyîn Kaçmaz polîtîkayên dagirkirina şaredariyan weke dewama zêhniyeta yekperest a ji destpêka Komarê ve nirxand û got, “Polîtîkayên red, tinekirin, înkar û asîmîlasyonê her dewam dikin.”
Kaçmaz ji bo van êrişên vê dawiyê jî îşaret bi mijareke girîng kir: “Di demekê de ku dinya tev li dijî vîrusa koronayê têdikoşe û her kes ketiye pey derdê jiyana xwe, mixabin desthilatdariya AKP’ê her tişt daniye aliyekî û êrişê dibe ser gelê Kurd û îradeya wî. Dinya jî xera bibe AKP dijminatiyê li Kurdan dike.”
Ji bo hewldanên desthilata dewleta Tirk Kaçmaz ev şirove kir: “Li bajarên Kurdan timî destgîrkirin, operasyon û girtin hene. Ev rewş jî hewldaneke AKP’ê ya ji bo dirêjkirina dema desthilatdariya xwe ye. Li vî welatî yekane partiya ku muxalefeta civakî dike HDP ye. AKP hewl dide bi rêya neteweperestiyê xwe li ser piyan bigire, lewma êrişê dibe ser HDP’ê.”
Lê Kaçmaz bê hêvî nîne, wî got, “Em ê di komara demokratîk de, di daxwaza xwe ya neteweya demokratîk de israr bikin. Bila her kes piştrast be, em ê bi ser bikevin û bi hev re hesab jê bipirsin”
Ji bo siberojên azad helwêstê bikin yek
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî daxuyaniyek li ser mijarê da û got, di şewba koronayê de hiqûqa darbeyê hatiye şixulandin. Berdevkê demê yê platformê, Denîz Topkan daxuyanî da û got, “Ev desthilatdarî şewbê ji xwe re dike firsend û li dijî demokrasî û gel têdikoşe. Bi desteserkirina qeyyûman a di bin siya şewbê de, hiqûqa darbeyê dişixulînin. Divê her kes bibîne ku ev nêzikatiya bi qasî vîrusan xeter e û qîmetê nade îradeya gel, wê têk biçe. Em bang li raya giştî dikin ku divê hevgirtin were zêdekirin û ji bo siberojên azad em helwêsta xwe bikin yek.”
NAVENDA NÛÇEYAN