Dijminê gelê Kurd di serî de dewleta Tirk, Ereb û Faris ji mêj ve heta roja îro wan bi înkar, qirkirin, ferman û tinekirina çand û wêjeya Kurdan, şerê qirêj kirine û hîna bi vê zêhniyetê polîtîkayên xwe didomînin.
Gelê Kurd yê ku heme bêje bi nifş bi nifş ji dîroka kevin û heta roja îro di hemî qadan de, li ber xwe dide, her wiha di qada wêje û çandê de jî ku qada herî nas kiriye, lê gelê Kurd li hemberî van kiriyaran serî natewîne. Ji mêj ve jî ev ji me re û ji dunyayê re tevî nîşan daye ku ev gelê berxwedêr çiqasî çand û wêjeya xwe parastiye û li hemberî dagirkeran û zilmkaran li ber xwe daye.
Heger em hinekî li dîroka gelê Kurd vegerin, yanî ji serdema Someran 3025-6000 BZ ji dema ku şarisanî hatiye naskirin û heta roja îro wan çi bi gelê Kurd kirine. Dijminê gelê Kurd ji wê demê û ta roja îro bi qirkirina çand û wêjeyê şerê xwe li hemberî vî gelê berxwedêr ragihandine. Jixwe niha yê ku vê konseptê dimeşîne serçete Erdogan e.
Dewleta Tirk bi hemû hebûn û hêza xwe hemî kiriyarên li dij mirovayî yê li ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bê navber dimeşîne. Piştî ku siyasetmedar, parlementer, şaredar û niha jî kesên rewşenbîr bi awayekî bê dadî binçav dike û bi deh salan ceze li wan digre, ne tenê wilo jî her wiha weşangerên Kurdî dike armanca pîlanên xwe yên ku ji derveyî pîvanên exlaqî û wijdanî ne.
Ev siyaseta înkar û tunekirina Kurdan a ku Tayib Erdogan serkêşiya wê dike, berê Tirkiyê dide tehlûkeyeke mezin, wê ti caran bi van kiriyaran Erdogan û hevalbendên xwe nikaribin gelê Kurd ji vîn û îradeya wî dûr bikin.
Dewleta Tirk ku ji navê Kurdî jî ditirse, ji tîp û peyvan ditirse, herweha ji hebûn û rêxistina jina Kurd ditirse, niha ew bi vê yekê jî ranaweste.
Êrişê dibe ser sivîlan û di nava van sivîlan de zarok, kal û pîr hene. Her wiha êriş dibe ser seyrangehan. Herî dawî em ev yek li Kunemasiyê dît.
Li hemberî van polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd û îradeya wan a azad e,
Înîsîyatîfa Weşanên Kurd li dijî zextan û girtina kesên rewşenbîr û weşanxaneyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên zext û zilmê li ser çand û zimanê Kurd didome û got, “Li ser gelek nivîskar û weşangeran sûcdariyên giran hene. Ev polîtîkayên zextan berê jî hebû û aniha jî heye. Li hemberî vê zilmê nivîskar û weşanger xebatên xwe didomînin. Gelek weşanxane tên girtin û li ser wan êrişên giran hene."
Heta niha li nivîskar Feratê Dengizî 10 sal, li Bahadîn Robar 8 sal, li Mîrza Ronî 7 sal, li Adil Başaran 7 sal ceza hatiye birîn. Hin ji nivîskaran wek Azad Zal, Nesrîn Şanli û Adil Ercan hatine girtin, Îbrahîm Xelîl Taş, Mehmet Devîren, Suphî Îzol û Ayşe Kara jî hatine destgîrkirin û der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Her wiha weşanxaneyên ku hatine girtin jî ev in.
Aram, Ar, Aryen, Azad, Dara, Ekîn, J&J, Kurdistan, Morî, Na, Ronak, Roşan,Tevn, Wardoz, M, Sîtav û Sor di nav Înîsîyatîfa Weşanên Kurd de cih digirin.
Ji hevalên xwe yên rewşenbîr û wêjevan hemûyan re azadî. Dewleta Tirk ji tîp û peyvan jî ditirse

Ji hevalên xwe yên rewşenbîr û wêjevan hemûyan re azadî.