Li Nisêbînê ciwanek bi navê Seyîthan Dede di gulebarana polîsan de û li navçeya Rezan a Amedê zarokê bi navê Beytullah Aydin yê 11 salî dema ji ber êrîşa polîsan direviya ji ser avahiya 7 qatî ket xwarê, û jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Cizîrê jî zarokê bi navê M.E.O. (17) bi guleya polisan birindar bû.


Li navçeya Nisêbînê di encama gulebarana polîs û tîmên taybet de Seyîthan Dede jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê anîn ziman ku dema polîsan bi bombeyên gazê û guleyan kuçe gulebaran dikirin bûyer pêk hatiye. Şahidên bûyerê anîn ziman ku dema polîsan bi bombeyên gazê û guleyan kuçe gulebaran dikirin bûyer pêk hatiye. 

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên siyasî û bombebarandina balefirên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastina Medya, ciwan derketin qadan û çalakiyan pêş xistin. Li ser êrîşên polîsan her dever veguherî qada şer. Li kuçeya Kanarya ya Taxa Abdulkadîr Paşa polîs û tîmên taybet derdorê gulebaran kir. Di encama gulebarana polîs û tîmên taybet de saet li derdora 01.30’an de Seyîthan Dede, jiyana xwe ji dest da. 


‘Kes li kuçeyê tune bû jî gulebaran dikirin’ 

Jina bi navê Mulkiye Evren jî ku ji bûyerê re şahidiyê dike anî ziman ku polîsan êrîşî ciwanan kiriye û di encamê de kesek birîndar dibe û wiha got: “Ciwanan bang dikirin û digotin ‘hevalê me birîndar e’ alîkarî dixwestin. Lê ji ber ku piştî bûyerê polîs hatin em nikaribûn derkevin. Li vir gelekî pevçûn derketibûn. Tevî ku kes li kuçeyê tune bû jî gule û bombeyên gazê diavêtin. Em jî nizanin ev kesê jiyana xwe ji dest daye kî ye.” 


Li Amedê Zarokê ku ji polîsan direviya ji qata 7’an ket

Li navçeya Rezan a Amedê zarokê bi navê Beytullah Aydin yê 11 salî dema ji ber êrîşa polîsan direviya ji ser avahiya 7 qatî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. 
Ciwanên ku şevê din li hemberî operasyonên leşkerî û yên siyasî ên li dijî gelê Kurd derketin, li Kolanê Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê rastî êrîşa polîsan ên bi bombeyên gazê, ava şid û çekan hatin. Di êrîşê de zarokên ku ji ber êrîşa polîsan reviyan û derketin ser avahiya bi navê Degîrmen ya li ser Kolana Ogretmenlerê. Dema zarokê bi navê Beytullah Aydin yê 11 salî xwest derbasî avahiya hember bibe, hesinê bin lingê wî şikiya û ji qata 7’an ket xwarê.


Li Cizîrê zarokek birindar bû

Li Cizîrê pêr piştî polisan xwest bi wesayitên zirxî bikevin nava taxan di navbera polîs û ciwanan de pêvçûn derketin. Di encama êrîşa polîsan de zarokê bi navê M.E.O. (17) bi guleya polisan birindar bû. Her wiha hate ragihandin ku polîs li gelek taxên Cizîrê mal û dikanên welatiyan gulebaran kiriye. 
Piştî helwesta ciwanan polîsan taxê gulebaran kirin û di encama vê gulebaranê de zarokê bi navê M.E.O. (17) bi guleya polîsan birindar bû. Oflaz piştî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji hêla bijişkan ve sewqî Nexweşxanek Amedê hate kirin.



Esnafan dikan venekirin


Her wiha ji bo şermezarkirina kuştina ciwanê bi navê Abdullah Ozdal (21) û êrîşên polîsan yên li ser bajêr esnafên Cizîrê derabeyên dikanên xwe venekirin. Li bajêr ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girti ne.  Li bajêr ev sê roj in esnaf darabayên dikanên xwe venakê.



 
NISÊBÎN/AMED/CIZÎR