Li herêma Barzan di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, jinek ciwan a 19 salî hate qetilkirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Polîsên Soran Hewar Ergoşî ve hatî dayîn, pêr di encama topbarana artêşa Tirk de jina ciwan a bi navê Dinya Reşîd Nacî ya 19 salî ya ji gundê Helanya ya ser bi bajarokê Şêrwan mezin a herêma Barzan, hatiye qetilkirin. Hewar Ergoşî diyar ku cenaze ji bo Tiba Edlî ya Soran hatiye şandin.
HEWLÊR