Piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek welatan peymanên çekfirotinê yên ji bo Tirkiyeyê rawestandin. Wezareta Karên Derve ya Kanadayê jî doh ragihand ku Hikûmeta Kanadayê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dagirkeriyê di rewşa heyî de wê ziyaneke mezin bide aramiya herêmê ya li ber şikestinê ye.
Meclîs û Senatoya Fransayê
Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe li Meclîsa Neteweyî axivî û îdîa kir ku ew hewl didin nehêlin ku ‘ya herî nebaş’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû bide. Her wiha ji bo Fransayê bi biryardarî angajmanê destnîşan bike, pêşnûmayek pêşkêşî Senatoyê hate kirin. Di pêşnûmayê de tê xwestin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê piştevanî bi hemû înîsiyatîfên li Ewrûpapayê yan jî li qada navneteweyî bê kirin. Di pêşnûmeyê de her wiha tê xwestin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin. Dengdana pêşnûmayê wê 22’ê Cotmehê li Senatoyê bê kirin.
TORONTO/PARÎS