Di êrişa leşkerên Artêşa Tirk a dagirker de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn. Li gorî Kolbernews’ê doh destê sibehê leşkerên Tirk li ser sînorê navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê komek kolber guleberan kirin. Li gorî heman çavkaniyê di êrişê de kolberê bi navê Salim Suleyman Nijad hat kuştin û kolberê bi navê Dawid Mecîdiyan û kolberekî din ê navê wî nehate zaniîn birîndar bûn. NAVENDA NÛÇEYAN