Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û hebûna baregehên leşkerî û sîxûrî yên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê axivîn.
Rojnamevan Ziryan Mihemed di serî de dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got; "Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê van baregeh û navendên sîxûrî yên artêşa Tirk ên li herêmê derxe. Eger li ser vê mijarê helwesteke cidî negirin, dewleta Tirk wê tişta aniye serê Rojavayê Kurdistanê bîne serê Başûrê Kurdistanê jî."
Herwiha çalakvanê civaka sivîl Şaho Ebdullah diyar kir ku di dîrokê de Tirkiyeyê ji bo dagirkerina Kurdistanê pîlan daniye û got;"Tirkiye dixwaze wan herêmên di dema desthilata Osmaniyan de dubare bigire bin desthilata xwe. Bi dagirkerina Efrînê bi pratîkî destpêkir û piştre li herêmên din ên Kurdistanê belav bû. Armanca dewleta Tirk zindîkirina Mîsaqê Millî ye. Eşkere di warê sîxûrî de li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Bi taybet li herêma zer (herêma PDK) xwe qehîm kiriye. Bi vê rê dixwaze herêmên Qendîlê dagir bike û ji bo herêmên din û Kerkûkê jî hewl bide. Divê em helwestekî tund nîşan bidin û kampanya boykotê berfireh bikin."
ROJNEWS/GERMIYAN