Polêsê dewleta Tirk Necmettên Fendîk 17´ê Tîrmehê ew li ber çavên zaroka wî Efrîn qetil kir, êşkence li zarokên wî kir û pereyên wî dizîn.

Hevjîna Necmettîn Fendîk ku li Geverê hat qetilkirin Kudret Fendîk behsa jiyana hevjînê xwe kir û wiha got: “Jiyana wî her tim bi êrîş, zilm, tunebûn û koçberiyê re rû bi rû ma. Hêj toza înşaetê ji destê xwe paqij nekiribû ew kuştin. Li ber çavê Efrîn qetil kirin” 
Necmettîn Fendîk, 17’ê Tîrmehê li ber deriyê mala xwe ya li Taxa Gongur a Gevera Colemêrgê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Fendîk bavê 7 zarokan bû û sala 1971’ê li gundê Oremar ê ser bi Geverê tê dinê. Jiyana Fendîk tim bi êrîş, zilm, zordestî, xizanî û koçberiyê derbas bû. Serpêhatiya Fendîk ji gundê Oremara berxwedêr dest pê dike û jiyana wî jî wek berxwedana gundê wî ye. Fendîk sala 1997’an ji ber polîtîkaya êrîşkar a dewletê tevî hevjîna xwe Kudret Fendîk berê xwe dide Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û li vir jî bi pêkutiyên PDK û Sadam Huseyin re rû bi rû dimîne. Fendik li herema Duhokê ji ber zextan 3 kampan diguherîne û herî dawî 40 rojî birçî li kampekê tên hiştin û ev yek dike ku ew êdî bibêje bes e. Li ser vê Fendîk û hevjîna xwe sala 1999’an berê xwe didin Kampa Mexmûrê û li wir dijîn. 




Serpêhatiyek berxwedêr

Piştî ku Fendîk 3 salan li Mexmûrê dimîne, sala 2002’an li gel malbata xwe dizivire Geverê û li Taxa Gungorê bi cih dibe. Fendîk demekê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku 13’ê Adara 2016’an li Geverê li ser berxwedana xwerêveberioyan, dewleta dagirker a Tirk qedexeya derketina derve îlankirin û bi şûn ve, 4 caran polîsan bi ser mala Fendîk girt. Di serdegirtina herî dawî de Fendîk ji aliyê polîsên tîmên taybet ve li ber çavê zarokên xwe hat gulebarankirin û piştî bi rojekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 




Ji ya xwe nehat xwarê


Hevjîna Fendîk, Kudret behsa serpêhatiya hevjînê xwe dike û dibêje, di dema qedexeya li Geverê de mala wan hatiye xerakirin û piştî mala xwe çêkirine bi 2 betaniyan li malê bi cih bûne û wiha dipeyive: “Hevjînê min zivistanê karê kaloriferiyê û havînê jî karê înşaetan dikir. Me wisa debara xwe dikir. Mirovek pir jîr bû, herkesî jê hez dikir. Ji zarokatiya xwe ve heta niha tim bi zordariya dewletê re rû bi rû maye. Lê wî ti demê gav bi paş ve neavêt. Ji ber wê her her tim bi zext û zorê bi ser de diçûn.”




‘Ew li ber çavên Efrîn qetil kirin’ 


Kudret Fendîkê dide zanîn ku hevjînê wê heyranê Şoreşa Rojava bû û navê zaroka xwe kiriye Efrîn û wiha dewam dike: “Ji Efrîn pir hez dikir û li ber çavê Efrîn ew qetil kirin. Li hemû zarokan jî êşkence kirin. Ez hêvî dikin ku ew kesên zarokê min sêwî hiştin, jî êşa herî giran bikişînin.” 




‘Hêj toza înşaetê li ser destê wî bû’  


Kudret Fendîk diyar dike ku bi dehan maşînên zirxî û polîsan bi ser mala wan de girtine û dibîje, “Jixwe di vê serdegirtina giran de jî diyar bûye ku amadekariyên kuştina hevalê min kirine. Jiyana wî timî bi wê derbas bû ku debara mala xwe bike, xizanî li me zorê neke. Hevjînê min derengî êvarê ji karê înşaetê hat û ew qetil kirin. Hêj toza înşaetê ji destê xwe paqij nekiribû ew qetil kirin. Di jiyana xwe de ti demê ji kesî re serî netewand. Bedena wî bê giyan danîn ber çavê me. Nehiştin ku em li ser cenazeyê xwe zêmaran jî bilewbînin.” 

Hevjîna Necmettîn Fendîk, Kudret Fendîk diziya hêzên dagirker ên Tirk jî li wan eşkere dike û dibêje, polîsan di serdegirtina malê de 40 hezar lîreyê wan jî desteser kiriye. Kudret Fendîkê û 9 malbatên din ên li taxê ên ku her tim hedefa êrîşan in, giliyê van hêzên dewletê kiriye. 

Tevî ku 6 roj di ser qetilkirina Fendîk re derbas bûn, heta niha der barê mijarê de ti lêkolîn û lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Ne Qeymeqam û ne waliyê dewleta dagirker jî heta niha der barê mijarê de ti daxuyanî nedaye. 



 DÎHABER / COLEMÊRG




4 cerdevanan çeka dewletê danî

Li navçeya Colemêrgê Geverê 4 cerdevanan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Necmettîn Fendîk da û çeka dewleta dagirker danîn. Cerdevanan ji hevkariya dewletê jî îstîfa kir. 
Ev cerdevan ji herêma Oremar a Geverê ne. Cerdevan L.S., N.Ş., A.A. û yê navê wî nehat zanîn çûn Qereqola Sînor a Oremarê û çekên xwe danîn. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku gelek cerdevanên din jî wê îstîfa bikin.