Salih Muslim: Erdogan gelekî şantaj li Ewrûpayê kir bi penaberan da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê bi cih bîne. Lê vê siyasetê ziyaneke mezin da Tirkiyê. Niha dema dibêje, divê Rûsya yan rejîma Sûriyê yan jî Tirkiyê hilbijêre, dîsa jî Tirkiye dê têk biçe.

 PYD: Hê jî dewleta Tirk li ser Sûriyê gefeke mezin e û çareseriya siyasî ya li Sûriyê çi bi rêya piştevaniya çeteyên li Idlibê û pêkneanîna wê ya hevpeymanên bi Rûsyayê re yan jî bi rêya siyasetên guhertina demografiyê û binpêkirinên li dijî sivîlan, kûrtir dike.

Salih Muslim got peymanên Astana û Soçiyê êdî pûç û betal bûne, nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de daye der û Tirkiye li Sûriyê êdî ew aliyê ku herî zêde şikest xwariye. PYDʼê jî doh bi daxuyaniyekê dewleta Tirk weke gefa herî mezin a li dijî Sûriyê bi nav kir. Erdogan jî gef li rejîma Sûrî xwarin û got, heger dorgirtina li nuqteyên wê yên eskerî heta dawiya sibatê neyê rakirin, dewleta Tirk wê êrişî Sûrî bike.

Berpirsê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim şerê ku li Sûriyê bi taybet jî li Idlibê diqewime, nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, bandora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li ser têkiliyên hêzên li Sûriyê ji rojnamevanê ANHA´yê Ehmed Mihemed re nirxandin.

Salih Muslim, siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dide meşandin, wek siyaseteke şaş pênase kir û got ev siyaset li Sûriyê û Lîbyayê dibe sedema gelek windahiyan.

Qonaxeke nû ya nakokiyan

Li gorî Salih Muslim “Aloziya Sûriyê ketiye qonaxeke nû” vê qonaxê weke qonaxa dane der a aloziyan di navbera hêzlên dest werdana Sûriyê bi nav dike. Salih Muslim dibêje, Koalîsyona Navenetweyî û Rûsya dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin û li aliyê din dewleta Tirk dixwaze ji şer sûdê wergire û wiha dewam dike: “Lê belê îro Tirkiye derbasî qonaxeke nû bû ku berjewendiyên wê li gorî berjewendiyên hêzên hegemon ên ku destê wan di aloziya Sûriyê de heye, nehat. Di heman demê de bi derketina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser xaka Sûriyê re ku hêzên desthilat hesabê vê yekê nekiribûn, guhertin û veguhertinên nû bi xwe re anîn û encamên wê jî îro li ber çavan in. Nakokî di navbera dewlet û berjewendiyan de derketin.

Têkildarî şerê li herêma Idlibê jî ez dikarim vê bejim; jixwe ji destpêka lidarxistina civînên Astanayê ve dihat pêşbînîkirin ku rewşeke wiha derkeve. Astana heta gera 14`an gaveke taktîkî bû, wê hin aliyên vê qonaxê bi rê ve dibirin.”

Li gorî Salih Muslim ya ku planên dewleta Tirk herî zêde xira kirî, Rêveberiya Xweser bûye: “Lê aktora nû ya derketî; pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sîstem û projeya xwe ya ku hevsengiyên siyasî guhertin, bingehên sîstema neteweya demokratîk a ku tevahî pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de digire, danî. Vê di heman demê de siyaseta cîhanê, nexasim siyaseta Emerîkayê guhert. Êdî daxwaza gelên Sûriyê ev proje ye. Lê dewleta Tirk vê projeyê dike hedefa êrişên xwe. Di encamê de divê heqîqet derkeve holê, nexasim piştî hêzên hegemonîk ber bi rejîma nû ve diçin.”

Erdogan şantajker e

Li gorî Salih Muslim pêvajoyên Astana û Soçiyê bi dawî bûne: “Belê, me ji destpêkê ve texmîn dikir ku rêgehên Astana û Soçiyê û hevpeymanên wekî van dê bi dawî bibin û encaman bi xwe re neînin. Ji ber taktîkî bûn û gihiştin armancên xwe. Armanca Astanayê ew bû ku komên cîhadî û terorîst li herêmeke diyar, kom bike û paşê têk bibe. Jixwe, me ji destpêkê ve gotibû ku ev plana Rûsyayê ye. Li ser vî esasî rola Astanayê pêk hat û komên terorîst li herêma Idlibê kom bûn.

Bi daxuyaniyên xwe Erdogan, di milekî de dixwest bibêje, hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî bi dawî bû. Di milê dîtir de rojevên wekî rakirina Beşar El-Esed îro kêm bûne. Di vî alî de bi bin ket û Rûsya li ser hesabê NATO`yê gelek destketiyên din misoger kirin.

Rûsya bi derxistina nakokiyên di navbera dewleta Tirk û NATO`yê de bi ser ket. Ji ber boriyên gazê bi rêya Tirkiyê derbas kir. Bi vê yekê hevgirêdana Tirkiyê û Rûsyayê çêkir û hişt ku Rûsya destwerdana gelek kar û barên Tirkiyê bike.

Salih Muslim şêwazê siyaseta Erdogan weke şantajê bi nav kir û got, “Bi zîhniyeta kevneperest nêzî siyasetên navdewletî û siyasetên hundir dibe. Di zîhniyeta wî de tenê spî û yan reş hene.

Erdogan gelekî şantaj li Ewrûpayê kir bi penaberan da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê bi cih bîne. Lê vê siyasetê ziyaneke mezin da Tirkiyê. Niha dema dibêje, divê Rûsya yan rejîma Sûriyê yan jî Tirkiyê hilbijêre, dîsa jî Tirkiye dê têk biçe. Serokê Tirkiyê nikare bi aqilane nêzî daneyên nû bibe. Lewma siyaseta Tirkiyê çi li Lîbyayê û çi Yewnanistan yan Qibrisê, dê gelek windahiyan bi xwe re bîne. Serokkomarê Tirkiyê hebûna xwe bi hêza ku ji NATO`yê digire, xurt dike, lê ne wekî ku texmîn dike.”

Dewleta Tirk gefa herî mezin e

Li aliyê xwe Desteya Rêveber a PYD’ê, dewleta Tirk weke gefeke mezin li dijî Sûriyê ye bi nav kir. Desteya Rêveber a PYD’ê civîna mehane Sibatê kiriye û ev daxuyanî jî piştî civînê hatiye belavkirin. PYD´ê got, “DYE hewl dide ku ji nû ve stratejiya mayîna li Iraqê û Sûriyê bi pêş bixe, bi taybetî piştî ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket, Rûsya bû aktorek.

Têkildarî Sûriyê, hê jî dewleta Tirk li ser Sûriyê gefeke mezin e û çareseriya siyasî ya li Sûriyê çi bi rêya piştevaniya çeteyên li Idlibê û pêkneanîna wê ya hevpeymanên bi Rûsyayê re yan jî bi rêya siyasetên guhertina demografiyê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û binpêkirinên li dijî sivîlan, kûrtir dike.

Der heqê Idlibê de, însiyatîfa QSD’ê ya pêşwazîkirina koçberan girîng û pêwîstiyek bû. Lê belê divê cihan jî azarên koçberên Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û ji bilî wan, bibîne.

Em bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku çareseriyan ji aloziyên aborî re peyda bike.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Erdogan dîsa gef xwarin

Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan doh dîsa gef li rejîma Sûriyê xwarin û got divê rejîm hêzên xwe ji derdora nuqteyên dewleta Tirk ên li Idlibê vekişîne, heke na ew ê bersivê bidin.

Erdogan di civîna koma partiya xwe AKP’ê de axivî û got, “Ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk heta dawiya Sibatê vekişin yan jî em ê bikevin nava tevgerê. Her wiha heke hat xwestin dê hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi bejahî û asîmanî bixebitin û dê operasyonên leşkerî li Idlibê pêk bînin.”