
Waliyê Amedê, “Mihrîcana Filman a Mafê Kîjan Mirovan” ku diviyabû doh li Amedê dest pê bike, qedexe kir.
Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de ji aliyê Documentarîst ve îsal “Mihrîcana Filman a Mafê Kîjan Mirovan” a 9’emîn dihat lidarxistin. Çav li rê bû, mihrîcan li Amedê bê lidarxistin; lê belê Walîtiya Amedê mihrîcan qedexe kir. Bi piştgiriya Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Amedê, li salona Şanoya Bajêr a Amedê wê di navbera 15-16-17’ê Kanûnê de film bihatana pêşandan. Polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji ÎHD’ê re ragihandin ku mihrîcan hatiye qedexekrin.
Ji filman jî ditirsin
Filmên ku dê bihatana pêşandan jî ev in: Radyo Kobanê, Elîf, Tehma Çîmento (Çimentonun Tadı), Erdnîgarî (Coğrafyalar), Kaya, Veger (Donuş), Hediye, Tirkiyeya Hatiye Ber Kendal (Uçurumun Kıyısında Turkiye), Ji Bo Ez Fetisîme Xemgîn im (Boguldugum Îçîn Uzgunum), Meryem, KHK’iya Bajarekî (Bir şehrin KHK’si.)
Di çarçoveya mihrîcanê dê îsal li Stenbol, Amed û Wanê nêzî 40 film bi temayên cuda tê pêşandan. Filmên dê bên pêşandan bi mijarên cuda yên binpêkirina maf û têkoşînên li gelek deverên cihanê vedibêje. Li gel pêşandana filman di mihrîcanê de li ser gelek mijarên akuel gotûbêj û form tên lidarxistin.