Rêxistina civaka sivîl a navenda wê li Brukselê ya bi navê Solidarity with Others (Piştgiriya bi yên din re) raporeke nû bi sernivîsa “Wendakirina bi darê zorê: sira eşkere ya Tirkiyeyê” weşand. Di raporê de nexşeyeke wan windakirinên mirovan ên bi destê hêzên dewleta Tirk hatiye xêzkirin.
Rapor bi hûrgulî bi 25 bûyeran jî dadikeve ku van salên dawiyê qewimîne. Rapor dibêje, “Windakirina mirovan bi destê wezîfedarên dewletê lekeyeke reşe tarî ye li ser karneya mafê mirovan a dewleta Tirk ji salên 1980’yî ve, ha van wendakirinên mirovan piştî hewldana darbeyê ya têkçûyî ya Tîrmeha 2016’an ji nû ve dan der.”
Rapor bi bîr dixe ku di salên 1990’î de qederê 2 hezar kesî bi destê dewletê hatibûn wendakirin, ji van 450 hatibûn piştrastkirin jî. Rapor dibêje piştî Tîrmeha 2016’an wendakirina mirovan ji nû ve derketiye holê. Rapor behsa bi destê MIT’ê revandina mirovan jî dike û dibêje, piştî bi mehan, ew li qereqolên polîsan derdikevin holê, lê Yusuf Bilge Tunç bi xwe hatiye wendakirin û hîna aqûbeta wî nediyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN