Dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê li gelek deverên Ewrûpayê hat rûreşkirin. Li bajarên Elmanyayê Hamburg û Saarbruckenê û li bajarê Fransayê li Mulhouseyê çalakiyên bi vê armancê hebûn.
Li Hamburgê êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê jinên Elman ên hunermend ve hatin şermezarkirin.
Jin bi pêşeniya Însiyatîfa Hamburgê ya ‘Jin Rojava Diparêzin’ kom bûn û bi performansa xwe ya hunerî bal birin ser şerê li dijî Kurdan.
Jinan wêneyên sivîlên ji ber êrişên dewleta Tirk şehîdbûyî hilgirin û qala serpêhatiyên wan kirin. Jinan her wiha der barê mijarê metnek jî xwend.
Li Saarbruckenê jî Kurdistanî tevî dostên xwe civiyan û êrişên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo bibîranîna şehîdên berxwedanê jî find hatin vêxistin.
Di çalakiya bêdeng de bêdengiya Ewrûpayê bi taybetî ya Elmanyayê ya li pêşberî komkujiyan hate şermezarkirin. Çalakî bi gotina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.
Li Mulhouseyê li ser banga Komîteya Piştevaniya Rojava, Kurdistanî tevî dostên xwe kom bûn û dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li dijî Kurdan şermezar kir.
Çalakî li navenda bajêr çêbû. Çalakgeran bang li gelê Fransayê kir da ku piştevaniya Kurdan bike.
Di çalakiyê de armanca rejîma Erdogan a ji bo qirkirina Kurdan hate bibîrxistin. Qisekeran got, dewleta Tirk ji avabûna xwe ve gelan qir dike.
NAVENDA NÛÇEYAN