Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê ne tenê şer dike li dijî civaka Kurd a doza azadiyê dike, ew her wiha li dijî zevî, çiya, deşt û geliyên Kurdistanê jî şer dike. Ew li Wanê daran dibirre, li Amedê Hewselê xira dike.
Dewleta Tirk Kurdistanê ne ku tenê di warê eskerî de dagir kiriye, ew jîngeh, civak û xwezayê jî dagir dike. Jixwe şewitandina daristanên Kurdistanê bi hincetên cihê hem ji pratîkên dewleta Tirk e û hem jî ji yên Îranê ye. Doh Roja Hawîrdorê ya Cihanê bû, lê dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ya xweza û jîngeha Kurdistanê de dewam kir. Şaredarê AKP’yî yê Artemêtana Wanê dest bi birrîna spîndaran kir. Heman dewleta dagirker li Amedê ji bo ku xeml û cegerên Amedê bifetisîne projeyeke li ser 600 donimî ya kafe û navendên kirrîn û firotinê li ser Bexçeyên Hewselê yên di lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO’yê de pîlan dike. Li gorî HDP’ê jî êrişên dewleta Tirk bi giştî li dijî hawîrdor û xwezayê zêde dibin.
Ev zêhniyet xwezayê talan dike
Şaredarê ji AKP’ê yê Artemêtana Wanê ji xwe re hincetek çêkir û çavnebarî li kêm heşînahiya li navçeyê kir. Hinceta wî polenên spîndaran in. Vî şaredarê dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê Îsmaîl Say heta niha bi hezaran dar bi vê hincetê birrîn. Ev şaredarê ku cihê hevşaredarên hilbijartî yên HDP’ê dagir kiribû. Ev şaredarê dagirker ji bilî spîndaran, darên din jî dibirre û tirs û fikar hene ku ev darbirrîn li Wanê hemûyî belav bibe.
Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MED) yek ji wan komeleyan e ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hate girtin. Hevserokê berê yê MED’ê Fatîh Şahîn diyar kir ku ew li dijî wê zîhniyetê ne ku li hemberî xwezayê şer dike û xwezayê talan dike. Şahîn ragihand, ku ew bi fikar in talan û birîna spîndaran a li Artemêtanê dest pê kir li tevahiya bajêr belav bibe: “Dibe ku di nava çend salan de Waneke bêdar çêbe. Çawa ji we tê ku hûn li şûna çareseriyê radibin daran dibirrin? Hûn çawa dikarin darên sedan salî yên behîvê bibirrin? Dar tên talankirin, tên birrîn. Em bang li civakê dikin ku di vê mijarê de hestyar be.”
Êriş li dijî zevî, çiya, deşt û geliyan e
Platforma Parastina Hewselê jî bi rasthatina Roja Hawîrdorê ya Cîhanê got, ‘’Li Hewsela di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO’yê de, behsa projekê tê kirin ku li gorî wê li ser meydaneke darçandî ya 600 donimî kafe, navendên kirrîn û firotinê û bêrman wê bên çêkirin.’’
Platformê di heman daxuyaniya xwe de bal bire ser santralên termîk, yên bi bendavan, çêkirina santralên nukleer ên li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê û ziyana van a li ser ekolojiyê û got, li Kurdistanê ziyana li Baxçeyên Hewselê didome, bi sedema Bendava Ilisûyê di serî de Heskîf gelek jîngeh di bin avê de mane, her wiha bi bîr xist ji ber projeya bendava ji bo elektrîkê ziyan gihaye Çemê Zîlan, Bendava Alparslan-2 û projeya wê ya hilberîna elektrîkê ziyan daye Keleha Dogdabê û derdora wê.
Platformê ji bo Baxçeyên Hewselê jî got, ‘’Li Hewsela di lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCO’yê de, behsa projekê tê kirin ku li gorî wê li ser meydaneke darçandî ya 600 donimî kafe, navendên kirrîn û firotinê û bêrman wê bên çêkirin. Ji ber vê hilweşandina ku bi navê baxçeyên milet dest pê kir, piştre bi enkaza xirbeyan a avêtine Hewselê, qamirgeh anîne ber nemanê.’’
Bi pandemiyê re êriş zêde bûn
Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê jî ji bo Roja Hawîrdorê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, ji hêla hawîrdorê ve rewşa Tirkiyê pirr kambax e, li herêmên ku xweza bi lez ber bi krîzê ve diçe û îxtîlafên ekolojîk li wan hene, li ser jiyana gel tehlûkeyên civakî, çandî û aborî hene.
Komîsyonê got, ji aliyekî ve komên sermiyanê xurt dibin û ji aliyê dî ve gel hejar dibe, ji ber ku bi pergalên ekolojîk re jiyana xwe kirine yek, ziyan digihe ser jiyana wan.
Komîsyonê herî dawî got, bi pandemiya vîrûsa koronayê re êrişên li dijî xwezayê, li dijî jiyana civakî, aborî û çandî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir bûye.
AMED