Civîna dewletên di koalisona li dijî DAIŞ´ê de 21. Tîrmehê li Washingtonê pêk hat. Piştî civînê pêr serokê NIA´yê James Clapper û serokê biryargeha eskerî general Joseph Votel agahî li ser vê civînê bi raya giştî re parve kirin.
James Clapper got, Tirkiye bi girtina amîral û generalan ku bi me re tekiliya wan hebû, şerê li dijî DAIŞ´ê gelekî asteng dike. Ji sedî 40´ê amîral û generalê heta îro hatine girtin, ew in ku bi me re li ser şerê li dijî DAIŞ´ê tekildar bûn. Lewma ev şer wê hê behtir hêdî bimeşe ji ber ku yên li dewsa wan hatine wezîfedarkirin bêtecrûbe ne.
Wî gotinên xwe weha dewam kirin; “Em gelekî xemgin in ku hema bêje hemû amîral û genaralên em bi wa re ji bo şerê DAIŞ´ê di têkiliyê de bûn yan ji kar dûr xistin, yan jî ew avêtin zindanê. Ji ber wê jî şerê me li dijî DAIŞ´ê bê bandor dike û heta hevkariya me ya bi Tirkiyeyê re jî gelekî zehmet dike.”
Serokê biryargeha eskerî general Joseph Votel jî got, ew gelekî xemgîn in ku piştî darbeya bi ser neketî, dewletê serê pêşî berê xwe da wan genaralan ku bi me re li dijî DAIŞ´ê di nava tekiliyê de bûn, lê dîsa, em xebaten xwe yên li Incirlikê dewam dikin”.
WASHINGTON