Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û topbarana li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Swêd Helsîngborgê bi meş û mîtîngeke bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat şermezarkirin.

Xwepêşandan ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Helsîngborgê û Komîteya PYD’ê ya Helsîngborgê ve hat organîzekirin û li kolana Sodergatanê destpê kir. Zêdeyî 400 Kurdistanî û dostên wan ên li qada çalakiyê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên “Terorîst DAIŞ, faşîst Erdogan”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” heta Meydana Stortorgetê meşiyan. Piştî meşa ji 4 kîlometreyan girseya gel li Meydana Stortorgetê li hev civiya û li vê derê nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û siyasetmedarên Kurd axivîn. Bang li Kurdistaniyên li dîasporayê dijîn û dostên wan hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê xurtir bikin.

Li bajarê Elmanya Osnabruckê jî, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de komên ciwanên Elman, komên antî faşîst, rêveberên Partiya Çep û Federasyona Komeleyên Elewiyan amade bûn. Çalakî bi beşdariya 500 kesî pêk hat û li meydana şanoya bajêr û şaredarî lê ye, mîtîngen hat lidarxistin. Li ser navê NAV-DEM’ê Tahir Koçer li vir peyivî û serdana Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a ji bo Enqereyê rexne kir.

Koçer ji bo çalakiya rûniştinê ya hefteyeke li Strasboûrgê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. 


 HELSÎNGBORG/OSNABRUCK