Dewleta Tirk sûc dike
LUQMAN GULDIVÊ
FRANKFURT
Dewleta Tirk di warê mafên ava çeman û ava vexwarinê de hem peymanên navneteweyî û hem jî mafên mirovan binpê dike. Hawîrdorparêz Ercan Ayboga dibêje, dewleta Tirk bi qesd van peymanan bin pê dike. Ew bi bîr dixe ku Sûrî berevajî Iraqê hîç giliyê dewleta Tirk li NY´yê nake. Ji bo nûçeya ajansa dewleta Tirk AA´yê ya li ser Heskîfê jî, ew dibêje, ev hewldana rewakirina qirkirineke çand û xwezaya Kurdistanê ye.
Ayboga bi bîr dixe, tevî ku dewleta Tirk mohr jî nekiriye, piştî ku Vîetnamê Tebaxa sala 2014´an mohr kir, Peymana Av û Çeman a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo wê jî lê ye. Yanî li ser dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî ferz e ku li gorî vê peymanê tevbigere.
Ercan Ayboga bi bîr dixe ku dewleta Tirk hê ji serê pêşî, ti agahî li ser avakirina bendavan û projeyên avdaniyê ne Sûrî û ne jî Iraq agahdar nekiribûn. Ew di dewamê de dibêje, "Wekî din dewleta Tirk û Sûriyê peymaneke dualî îmze kiribû ku misoger dikir, ji Çemê Firatê saniyeyê 500 metreyên kubî av biherike nav erdên Sûriyê. Ji sala 2011´an ve dewleta Tirk gelek caran hewl da herikîna avê gelekî qut bike. Piştî ku kanûna 2015´an QSD´ê Bendava Tişrîn rizgar kir, êdî ev yek veguherî siyaseteke sîstematîk. Ji hingê ve, her bihar û havîn tenê saniyeyê 250-300 metreyên kubî diherikin Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojava. Ev derbeke mezin li hiberîna elektrîkê dixe ku tesîrê li Minbic, Kobanê, Tabqa û Raqayê dike. Ji bo avdaniya erdan jî encamên wê yên gelekî xirab hene."
Weke ku ne xema Sûrî be
Lê belê di warê hiqûqî de maneyeke vê heye; Ercan Ayboga dibêje, "Li dijî xelkê bakur û Rohilatê Sûrî ev sûc e. Hikûmeta Sûrî aliyê peymana 1987´an a dualî ye, lê ranabe û di warê navneteweyî de tiştekî nake li dijî vê rewşê. Wê jî dikarî weke Iraqê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY´yê bikira, lê heta niha wê tiştekî welê nekiriye."
Weke sîleh bikaranîna avê li cem dewleta Tirk bûye adet. Ercan Ayboga ji bo vê jî qutkirina avê ji ser Hesekê weke nimûne nîşan dide: "Serêkaniyê ji Cotmeha par ve dagirkirî ye. Ji wir artêşa Tirk nahêle ava vexwarinê ji stasyona pompekirina avê ya li Elokê av biherike Hesekê. Ev kirina dewletê sûcekî dema şer ê dewleta Tirk e. Tevî ku di warê navneteweyî de behsa vî sûcî hat kirin, tiştek nayê kirin. Ne NY û ne jî DYE û Rûsya li dijî vê yekê tiştekî cidî nakin."
Hîna me Heskîf ji dest nedaye
Li ser nûçeya ajansa dewleta Tirk AA´yê ya ku qirkirina çand, dîrok û xwezayê li Kurdistanê di şexsê Heskîfê de dişekirand, Ercan Ayboga got, "Hewl dide qirkirineke çandî rewa bike. Mekanekî herî muhîm di warê dîrokî de li mezopotamyayê di bin avê de hatiye hiştin, lê nûçe wiha nîşan dide, weke ku karekî mezin hatibe kirin. Bi sedan mekanên din ên dîrokî û arkeolojîk jî di bin avê de hatin hiştin.
Heskîfa nû projeyeke dewleteke kapîtalîst û navendîperest e ku berê wê tenê li desthilat û mêhtingeriyê ye.
Belê Heskîf hîna me ji dest nedaye. Hêza xwezayê heye ku newala Dîcleyê xwe nû bike. Lê ji bo vê pêdivî bi mirovên rêxistinkirî heye."