Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got, dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ‘’komkujî’’ û ‘’êrîşên kujer ên li ser sivîlan’’ jî di nav de gelek ‘’sûcên şer’’ kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di daxuyaniya xwe de got, ‘’Hêzên leşkerî yên Tirk û komên çekdar ên ku Tirkiyê destekê dide wan li dijî sivîlan mînake hednezanînê ya ku mirov pê fihêt bike pêk anîn’’.
Rêxistinê got têkilî sûcên şer ‘’delîlên giran’’ hene û di rapora têkilî sûcên şer de cih da şahidiya 17 kesan û di nava wan de xebatkarên alîkariya lezgîn, tendiristiyê, ên ku hatine bêcihûwarkirin, nûçegihan û xebatkarên mirovî hene.
Kesên bi saxî têne girtin têne kuştin
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bal kişand ser qetilkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û got, ‘’Ji hêla şervanên Ehra El Şerqiye ve heta derxistin derveyî wesayitê û bi lêdanê û bi dilneşewatî bi guleyan hate kuştin.’’
Rapora nexweşxaneyê ya ku dane Rêxistina Efûyê jî li ser siyasetmedara jin a Kurd tespît dike ku ,’’di serê wê de şopa gelek guleyan heye, paq û rû û qoqê serê wê hatiye şikandin.’’
Rêxistina Efûyê her wiha got, ‘’Eynî rojê û li heman sektorê şervanên Ehrar El Şerqiye bi kêmanî 9 şervanên Kurd êsîr hatine girtin û kuştin’’ û diyar kir ku van komên çeteyan 2 sivîlên xebatkarên rêxistina tendiristiyê jî revandine û hê jî ti agahî ji wan nehatiye standin.
NAVENDA NÛÇEYAN