
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan, destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li gelemperiya herêmê têk çûye û dewleta Tirk dikare ji ber vê yekê ji bo sergirtin û nixumandina şikestina xwe êrişî Efrînê bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji radyoya Dengê Welat re peyivî.
Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî Kurdan binixumîne, dikare êrişî Efrînê bike, û got, lê belê ew ê li berxwedaneke dîrokî rast bê.
Êriş li dijî rûmeta gelê Kurd e
Di hevpeyvînê de Karayilan çalakgerên Strasbourgê silav kirin, bal kişand ser çalakiyên di çarçoveya hemleya Serî Hilde ya ji bo azadiya Ocaln de û got, “Rêber Apo ne kesekî ji rêzê ye. Her kes bi vê dizane. Rêberiya gelê Kurd e. Û vî gelî 10 milyon îmze kom kirin û gotiye, ‘Serok Abdullah Ocalan îradeya me temsîl dike’. Ev îmze jî radestî saziyên Ewrûpayê kirin û di noterê de ev hatiye tesdîqkirin. Û niha dewleta Tirk li ser Rêber Apo sîstema Îmraliyê ya êşkenceyê, tecrîda giran dimeşîne. Vê yekê li ser îradeya gelê Kurd dimeşîne. Helwêsta dagirkeriya Tirkiyeyê li hemberî Rêber Apo helwesta li hember gelê Kurd e. Li hemberî vê îro berxwedanek heye, li Îmraliyê jî, li hemû zindanan jî, li Kurdistanê jî, li çiyayên Kurdistanê jî berxwedanek heye. Yanî şerek e. Di vî şerî de AKP qanûnên şer nas nake, pîvanên şer pêk naîne, şer bi rengekî bê exlaq dimeşîne. Faşîzm û zilmê li êsîran dike. Di vir de lazim e gelê me zanibe, Rêber Apo temsîla gel dike. Bi vî rengî êrişî Rêber Apo dikin ji ber ku dixwazin îradeya gelê me biperçiqînin. Her mirovekî me yê li Kurdistanê û li derveyî welat, divê vê êrişa li Îmraliyê weke êrişek li ser xwe bibîne. Û bi vî rengî li dijî vê êrişê bêdeng nemîne. Divê her kes xwe bi rêxistin bike. Êrişên li Îmraliyê li ser tevahiya gelê Kurd, li ser îradeya gelê Kurd in, li dijî rûmeta gelê Kurd in. Ji ber vê yekê, her Kurdê ku dibêje ‘ez Kurd im’ û her demokratê ku dibêje ‘ez demokrat im’ li hemberî vê derkeve.”
Erk şikandina dijmin e
Li ser nûçeyên propagandaya dewleta Tirk jî Karayilan got, êdî ew pêwîst nabînin bersivê bidin van nûçeyan û wiha peyivî, “Ev şerekî psîkolojîk e û derew e. Derewan dikin. Yanî şerekî psîkolojîk e. Qanûna şerê psîkolojî ew e; 20 derewan di berdêla rastiyekê de dibêjin. Yanî heger gotinên wan hemû rast bûna, niha em hemû tine kiribûn. Ne wisa ye. Ev kiryar û hewldanên wan tên pêşkirin. Di vê mijarê de em dibêjin, lazim e her fermandar, her şervan û xebatkar hîn zêde hesas be, hîn zêde wêrekiyê û kûrahiyê bi pêş bixîne ji bo ku mirov bi temamî dijmin pûç bike û dijmin bixîne. Erk ne pûçkirin e, erk ew e ku dijmin bê şikandin.”
Dewleta Tirk dijminê statuya Kurdan e
Karayilan li ser amadekariyên êrişeke muhtemel a li dijî Efrînê jî wiha peyivî: “Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê di pêvajoyeke herî tengav de ye. Hewldanên wan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê encam negirtin. Bi esasî siyaseta wan a Rojhilata Navîn hilweşiya. Wan xwest di guhertin û veguhertinên di paşerojê de li Sûriyeyê yan jî li tevahiya herêmê dibin Kurd negihêjin ti mafî, Kurd nebin xwedî statu. Heta li Başûrê Kurdistanê statuyek heye, dixwazin wê statuyê teng bikin. Bala xwe dibinê; derfet çêbû yanî siyaseta Başûrê Kurdistanê şaşî kir, derhal dewleta Tirk ket dewrê, çû Îranê, çû Iraqê tifaq çêkirin. Ji bo ku statuya Başûrê Kurdistanê tengav bikin çi ji dest hat kir. Çima? Ji ber ku berê Tayyîp Erdogan got; ji encama şaşiyên me li Başûrê Kurdistanê statu çêbû. Got, ‘ew ji bo me kêmasiyek bû’. Ev tê çi wateyê? Kengî derfetê bibîne wê bixwaze wê statuyê ji holê rake.”
Dewleta Tirk wê li Efrînê bişike
Karayilan îşaret bi siyaseta Erdogan a li dijî Rojava jî kir û got, “Hilbijartin nêzîk bûn, ji bo wê dixwaze heyecaneke wisa çêbike, şovenîzmê geş bike, pêla şovenîzmê xurt bike. Ji bo vê dixwaze nîşan bide ku Efrîn li pêşiya Tirkbûnê asteng e, Kurd asteng in û dixwaze êriş bike. Yanî Tayyîp Erdogan û derdora wî di dijîtiya Kurd de serketina xwe dibînib. Ji ber vê di dijîtîkirinê de texsîr nakin.
Zîhniyeta Tayyîp Erdogan zîhniyetek faşîst e. Ango dikare bi hezaran mirovan bide kuştin. Ev ne xema wî ye. Lê belê heger êrîşî Efrînê bike, bila dinya û alem zanibe, asteke artêşa Tirk a wisa nîne. Ev artêş 9 mehan nikarîbû biketa Şirnexê, 9 mehan nikarîbû biketa Nisêbînê. Sendroma Nisêbînê li ser çêbû. Wê çawa hema karibe bikeve Efrînê? 60-70 fedayiyên YPS’ê Nisêbîn diparastin. Ev artêş nikarîbû biketa Babê, bi alîkariya Rûsyayê kete Babê.
Li Efrînê mesela tecrûbeyên YPG/YPJ’ê heye, QSD heye. Ewqas pratîka wan çêbûye. Yanî kes newêrîbû nêzî DAIŞ‘ê bibe, lê wan DAIŞ xistin, paytexta DAIŞ’ê xistin. Artêşa Tirk nikare bi YPG’ê. Gel û YPG bi hev re bin, tenê divê gel bi hev re be, gel û şervan hev bigirin, wê nikaribe bi wan. Hêzeke ku nikarîbû 9 mehan Nisêbîn bigirta, wê çawa here Efrînê bigire?
Ez bawer dikim, tiştekî wisa bibe, gelê Kurd hemû, raya giştî hemû wê li derdora berxwedana Efrînê bibin yek. Efrîn wê ne bi tenê be, piştevaniya xwe wê xurt be. Çawa ku piştevaniya Kobanê xurt bû, ya Efrînê wê zêdetir xurt be.”
NAVENDA NÛÇEYAN