Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê bi tundî şermezar kir, got, “Em ê li pey xewn û xeyalên şehîdên xwe bin. Heta armanca Mamê Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku stûna civaka Êzidî ya Şengaleke xweser û civakeke azad pêk bînin em ê têkoşîn bikin.”

MXDŞ’ê got, “Dewleta Tirk hemû hêza xwe ji bo DAIŞ’ê seferber kir, piştevaniya wê kir û li dijî civaka me dan êrişkirin. Lê piştî ku DAIŞ hat têkbirin, niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bigire.”

MXDŞ´ê bang li hikûmeta Iraqê kir da ku li dijî êrişan helwêsta xwe diyar bike. Wê bang li civaka Êzîdî kir da ku li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê li hemberî êrişan bêdeng nemînin.

MXDŞ´ê ji malbatên şehîdan re sersaxî; ji birîndaran re şifaya xêrê xwest. Wê bi bîr xist ku îro wê şehîd li şehîdgeha Şehîd Dilgeş Şehîd Berxwedan bên veşartin û ji her kesî xwest tevlî merasîmê bibe û bersiveke xurt bide dewleta Tirk a dagirker.