Qirkirina Şengalê di salvegera 5’an de li Rûsyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin. Kurdên li bajarê Tambovê, li Navenda Çanda Kurd a Tambovê civiyan û cangoriyên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a Şengalê a bi destê çeteya DAIŞ’ê, bi bîr anîn.
Di civîna bibîranînê de sînevîzyonek der barê êrişên li dijî Şengalê û berxwedanê de hate nîşandan.
Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Fatma Arîn li civînê got, çeteya DAIŞ’ê bi êrişa dijî Şengalê xwest ku îradeya Kurdan bi temamî ji holê rake. Arîn anî ziman ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê kir belaya serê gelê Kurd û got, “Şengal ji bo civaka Kurd warekî pîroz e. Li vê xaka pîroz bi rijandina xwîna Kurdan xwestin îradeya gelê Kurd têk bibin. Di êrişa DAIŞ’ê de ya li dijî Şengalê de para dewleta Tirk zêde ye. Lewma bi qasî DAIŞ’ê dewleta Tirk û hevkarên wê yên herêmê jî ji êrîşa 3’ê Tebaxê berpirsyar in.”
Kurdistaniyên li navçeya Erşov a bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, bi wesîleya salvegera 5’an a qirrkirina Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Girse li ber Navenda Çanda Kurd a Erşovê civiya. Ji rêveberên Meclîsa Gel a Erşovê Mîrzaelî Yûsûbov êrişa dijî Şengalê şermezar kir û got, “Divê dinya vê qirrkirinê nas bike. Beriya her tiştî divê dewleta Rûsyayê vê êrişa dijî gelê Kurd weke qirrkirinê nas bike. Kurd divê yekîtiya xwe xurt bikin da ku careke din êrişên bi vî rengî li wan neyên kirin. Bi taybetî partiyên Kurd divê ya li Şengalê qewimî bibînin û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanan.”
ANF/TAMBOV