Fermandarê Hêza Qudsê ya Supahî Pasdaran Qasim Suleymanî ku li Îranê piştî Alî Xemaney mirovê herî bi bandor e, di encama êrişa Amerîkayê de hat kuştin. Hin kes û derdoran ev êriş şermezar kirin, hinek xemgîn bûn û hinekan jî kêf kir. Lê di nava wan de yê ku herî zêde durû tevgeriya dewleta Tirk bû. Bi daxuyaniyên xwe yên fermî rayedarên Tirk banga îtîdalê kirin û gotin; ew li dijî destwerdanên derve û reşkujiyê ne. Heta gotin wê rageşî zêdetir bibe, îstîqrara herêmê xirab bibe û dê encamên xetertir derkevin holê, filan û bêvan. Wateya vê ew e, rayedarên Tirk desteka xwe eşkere diyar nekirin, lê şermezar jî nekirin. Jixwe rojnama Cumhuriyetê jî ev yek bi gotina; banga îtîdalê heye lê şermezarkirin tine ye derxist pêş. Jixwe ti kes jî ne li bendê bû ku wê dewleta tirk şermezar bike. Ji ber ku taliya talî ya êriş pêk anîbû mutefîkekî dewleta tirk bû. Daxuyaniyên ku piştî vê êrişê hatin dayîn rastiya dewleta tirk jî careke din derxist holê. Dema ku mijar dewleta tirk be ji gotinên wê zêdetir lazim e mirov li kirinên wê binêre.
Rayedarên dewleta Tirk piştî vê sûîqestê bi qasî 3-4 saetan civîneke awarte çêkirin. Daxuyanî piştî vê civînê hat dayîn. Ne hewce ye ku mirov kahîn be da ku bizane daxuyaniyên wan û biryarên di civînê de wergirtine tam berovajiyê hev in. Ji ber ku li naverastê dewleteke weke dewleta tirk heye ku hem li hundir û hem jî li derve şerê psîkolojîk dimeşîne. Ji ber polîtîkaya xwe ya qirrkirina kurdan divê rastiyan jî berovajî bike. Ji ber vê jî dewleta tirk dixwaze ser rastiyan hemûyan binixûmîne û wan berovajî bike. Dewleta Tirk niha rabûye dibêje; em li dijî destwerdanên derve ne. Ê ne tenê em, dinya alem dizane ev yek derew û durûtiyeke mezin e. Ew bi xwe li Iraq û Sûriyê rabûye hin herêm dagir kirine, êrişên xwe dewam dike. Heta rojek beriya kuştina Qasim Suleymanî rabûn biryara destwerdana Lîbyayê dan. Ya rast jixwe berê jî çete û serbazên xwe şandibûn Lîbyayê. Niha jî li meclisê jê re zemînekî fermî çêkirin. Dewleteke pratîka xwe wisa be, rabe bêje em li dijî destwerdanan in wê kî jê bawer bike.
Dewleta tirk dema destwerdanek çêdibe, ji ber ku wê ji destwerdanê sûd werbigire kêfa wê tê. Yek jî dewleta herî dawî li dijî sûîqestan raweste, dewleta tirk e. Em bi bîr bixin, nimûneya herî nêz ku dinya hemû pê dizane, komkujiya Parîsê ye. 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê sê jinên şoreşger bi êrişa MÎT'ê ya vê dewletê hatin qetilirin, û vê îqtîdarê qetil kir. Yên ku Komkujiya Parîsê erê kirin Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan bûn. Berî demek kurt jî li Silêmaniyê du şoreşger, Demhat û Cemîl qetil kirin. Berî wê li Şengalê Mam Zekî bi reşkujiyekê kuştin. Wisa pirr in, em bêjin wê ne dem ne jî gotin têrê bikin. Ji ber vê jî em dibêjin gotina “dewleta tirk li Rojhilata Navîn îstîqrar û aştiyê dixwaze” derewa herî mezin a dinyayê ye. Berovajî van daxuyaniyan weke tajî û çeqelan, ew hesab dikin ka wê di vê rewşê de çi bibe para wan. Jixwe di wê serdema mij û morana Şerê Cîhanê yê Yekem de gelê Ermenî qirr kirin. Niha jî dewleta tirk dixwaze di Şerê Cîhanê yê Sêyem de gelê kurd qirr bike. Ji ber vê jî piştî reşkujiya Qasim Silêmanî, di wê civîna 3 saetan dewam kirî de, bêguman ew li ser para xwe axivî ne.
Ji bilî vê rastiyê, hêvî û bendewariyeke din ji vê dewletê nayê kirin, ku bê kirin ew çax xeflet û xwe xwapandin e. Berovajî dewleta Tirk dixwaze zêdetir şer çêbe, bila zêdetir mirov bên kuştin, bila xwîn birije. Wekî me gotî tam jî polîtîkaya çeqel û tajiyan e. Têkildarî kuştina Qasim Silêmanî gelek şîrove û nirxandin tên kirin. Hinek şîrovekar dibêjin ku êrişên Trump ên li derve ji ber sedemên polîtîkaya hundir in, û dixwaze bi van kiryaran li îqtîdarê bimîne. Em ne di wê rewşê de ne bêjin rast yan şaş Trump wisa nêz dibe. Lê em baş dizanin ku îqtîdara faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku li ser pêyan bimîne êrişî derdorê dike. Ev îqtîdar ji bo ti pirsgirêkê çareseriyek xwe nîne. Ji ber vê jî bi êrişên li derveyî sînorên xwe dixwaze rayê şovenîzmê xurttir bike û ser rastiyan binixûmîne. Dewleta tirk di serî de li dijî gelê kurd û hemû gelan siyaseta êrişê dimeşîne û bi destwerdanên xwe yên derve jî dagirkeriyê dike. Heta wê bixwaze valahiya siyasî ya bi reşkujiya Qasim Suleymanî çêbe ji bo xwe bi kar bîne. Yanî dewleta Tirk ji ber polîtîkaya xwe ya şer bi sûîqestê pirr kêfxweş e, û belkî herî zêde dewleta Tirk kêfxweş e. Lê ev dewleta tirk a ku di neynika dêw û hûtan de li xwe dinêre, bi awayekî wisa bêperwa dikeve nav şerê li Rojhilata Navîn ku di encama vê polîtîkaya xwe de wê bedêlên giran bide. Li ser vî esasî em her çend li dijî dagirkeriyê, li dijî destwerdan û êrişan bin û em her çend baş pê dizanin ku dewleta tirk mêtinger û qirrker e jî, di her karî de xêrek heye. Em dikarin bêjin ku di encama van polîtîkayên xwe yên şer de wê dewleta tirk jî bi aqûbeta dewleta Osmaniyan a di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de rûbirû bimîne. Ew çiqas bi daxuyaniyên hamasî û şoven xwe binepixînin jî, dawiya dawî wê bi encameke giran re rûbirû bimînin.
Encam; li vê derê careke din em bi bîr bixin ku lazim e herkes ne li gotin lê li pratîka dewleta tirk binêre. Bi bawerî û niyaza kesên ku ji şer û pevçûnan, ji kuştina mirovan xwe têr dikin, wê meqseda wan di qirika wan de bimîne.