Ji bilî PDK’ê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê, li hember êrîşên dewleta Tirk bi Şengalê de, wê li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê çalakiyan li dar bixin. 

Ji ber êrîşên îro yên dewleta Tirk li ser Şengal û Rojava, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û ji derveyî PDK’ê bi tevlîbûna partiyên Başûrê Kurdistanê rêze çalakî tên lidarxistin.

Li Silêmanî, doh dema nûçeya me dihat amadekirin, amadekariyên meşeke berfireh ji kolana Salim heta ber Parka Nalî pêk dihatin kirin.

Li Kerkûkê jî, doh di heman de li ber baxçeyê Qelay Şarî Kerkûk xelk kom dibû, ji bo  daxuyaniya çapemeniyê bête dayîn.

Li Kelarê, jî doh partiyên Başûrê Kurdistanê li ber Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê çalakiya kombûnê li dar xist û piştre jî daxuyaniyek da çapemeniyê û çalakgeran dewleta Tirk weke hêzeke dagirker bi nav kir û got, ew ê hesabê van êrişan bide.

Li Seyidsadiqê, doh danê êvarê meşek bi heman armancê hat lidarxistin.

´Tirkiye lawaziya partiyên Kurd dipîve´

Ji Başûrê Kurdistanê ji bilî aliyên siyasî û partiyan, kesayet û yek yek siyasetvan û rewşenbîran jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û banga yekîtiyê kir. PSiyasetvanê Kurd Dr. Mahmûd Osman ê berê parlementerê meclîsa Iraqê bû, li ser êrîşê got, „Ez bi tundî êrîşên hewayî yên Tirk li dijî Şingal û Rojava, ku tê de pêşmerge, endamên asayîşê û şervan şehîd bûn, şermezar dikim."

Endamê Komîteya Navendî ya YNK´ê û ji damezrênerên wê, Adil Mûrad jî bi daxuyaniya xwe ya li ser twitterê, êrîşa dewleta Tirk wiha şîrove kir: "Tirkiye hem êrîşî PKK´ê û hem jî êrîşî PDK´ê dike, da ku bibîne ka partiyên Kurd çiqasî lawaz in. Heger çapemeniya PDK´ê ji ber êrîşê PKK´ê gunehbar bike, hingê Erdogan bi ser ket." 


 SILÊMANÎ