Trîbûnal a Navneteweyî ku 15-16’ê Adara îsal ji bo darizandina sûcên dewleta Tirk li Parîsê pêk hatibû, biryara xwe eşkere kir. Dadgeh dewleta Tirk ji “sûcê şer” û “sûcê dewletê” mehkûm kir. MAXÎME AZADÎ ANF/BRUKSEL Dadgeha Gelan a Daîmî (Trîbûnal a Navneteweyî) ku sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan mehkeme dikir, doh biryara xwe eşkere kir. Trîbûnal a Navneteweyî, Tirkiye bi sûcê şer û sûcê dewletê mehkûm kir. Her wiha dadgeh ragihand ku berpirsyarên sereke ên sûcên hatî kirin jî, serokomarê Tirk Tayîp Erdogan û generalê Tirk Adem Hûdûtî ne. Dadgeha Gelan a Daîmî ku 15-16’ê Adarê ji bo darizandina sûcên dewleta Tirk li Parîsê pêk hat, encama mehkemeyê li Parlamenta Ewrûpayê bi konferansekê eşkere kir. Wijdanê cemaweriyê temsîl dikin Di rûniştina du rojan de, sûcên dema nêz hatin darizandin. Li dadgehê bi taybetî li şahidên li Cizîr, Sûr, Şirnex û Nisêbînê hate guhdarîkirin. Her wiha şahidên salên 1990’î yên kuştinên kiryar nediyar, êrîşên bombeyî, êşkence û windakirina bi zorê axivîn. Dadgeh ji heft dadgeran pêk hat û serokê wê jî dadger Philippe Texier bû. Dadgerên ji neteweyên cuda, wijdanê cemaweriyê temsîl kirin. Delîlên li ser şerê navbera dewleta Tirk û gelê Kurd, Tîrmeha 2017’an pêşkêşî Dadgeha Gelan a Daîmî hatibûn kirin. Dadgehê di biryara xwe de bi taybetî li ser bûyerên dema nêz sekinî û ragihand ku wan paşxaneya dîrokî û jeopolîtîk jî nirxandine. Sûcên dewleta Tirk Bi navê aliyê dozdaran Jan Fermon û Sara Montinaro delîl pêşkêşî dadgehê kirin û ji heyeta dadgehê xwestin ku li ser van xusûsan bisekine: l Sûcên şer ên ji 1’ê Hezîrana 2015’an heta 31’ê Kanûna 2017’an li bajarên Kurdan hatin kirin. (Mebest ji vê yekê, sûcên ku di dema berxwedanên xwerêveberiyê de li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û herêmên din hatine kirin) l Ji sala 2003’an û vir ve êrîşên bombeyî, cînayet an jî revandina nûnerên tevgera Kurdan, organên çapemeniyê û saziyên Kurdan ên li Tirkiye, yan jî li derveyî welat. Dozdaran xwestin, Komara Tirkiyeyê li nava hiqûqa cemaweriyê ya navneteweyî bê nirxandin û weke berpirsyarê sereke yê sûcên tên îdîakirin bê dîtin. Li gorî sûcên ku hatin destnîşankirin, organên dewleta Tirk bi hemahengî demeke dirêj li dijî Kurdan sûcên giran kirine. Hate ragihandin ku rayedarên heyî jî demeke dirêj ev polîtîka dewam kirine. Du serçeteyên sereke: Erdogan û Hûdûtî Dozdaran ji bo berpirsên sûcên hatî kirin jî îşaret bi du kesan kir, yek jê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû yê din jî generalê Tirk Adem Hûdûtî bû, ku dema sûc hatin kirin Fermandarê Artêşa Duyemîn bû. Hûdûtî di navbera 1’ê Çileya 2015’an û 15’ê Tîrmeha 2016’an de li bajarên Kurdan li dijî Kurdan operasyonên leşkerî meşandibû. Ji ber van operasyonan gelek sivîl hatin kuştin, avahiyên sivîlan hatin hilweşandin, bi taybetî tax, avahiyên dîrokî. Dewleta Tirk bi xwe bê mehkûmkirin Her wiha dozgeran ji bilî sûcdaran îşaret bi jêdera pirsgirêkan jî kir û got redkirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd, çavkaniya bûyerên bi vî rengî ne. Di gilînameya dozgeran de hate gotin, înkara bi rêk û pêk a li ser hebûna Kurdan bûye sedem ku di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de şerekî çekdarî rû bide. Piştî bi lêv kirina sûcên dewleta Tirk dozgeran xwestin ku ji berpirsyariya şexsî wêdetir, dewleta Tirk bi xwe bê mehkûmkirin. Hiqûqa navneteweyî bin pê kirin Di biryara pêwîstekî ya dadgehê de, ev hikum hate dayin: “Xala bingehîn a şerê navbera gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê û sedemên bingehîn ên binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirk ve, înkarkirina bi rêk û pêk a mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe ye.” Heyeta dadgehê, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve li ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe rawestiya û destnîşan kir ku di nava hemû dewletan de Kurd jî xwedî vî mafê kolektîf e. Biryara dadgehê Li gorî delîlan û şahidan, jûriya Dadgeha Gelan a Daîmî ev biryar dan: 1- Dewleta Tirk, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar kir, nasnameya Tirk li ser ferz kir, li dijî otorîteya dewleta Tirk weke gefekê dît, li derveyî jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt hişt. Bi vî rengî ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe berpirsyar e. 2- Li gorî delîlên berfireh ên li ser bûyeran pêşkêşî dadgehê hatin kirin, dewleta Tirk di navbera 1’ê Çileya 2015-1’ê Çileya 2017’an de ev sûc kirine: a- Li gelek bajarên li başûrê rojhilat ê Anatoliyê (Bakurê Kurdistanê) di dema şer de komkujî kir, nifûsa Kurdan koçber kir, bi vî rengî nîşan da ku dixwaze gelê Kurd ji aliyê fîzîkî ve tine bike û sûcê şer kir. b- Li Tirkiyeyê û di serî de Fransa li derveyî welat, bi hêzên ewlekariyê û servîsên veşartî cînayet, kuştinên kiryar nediyar û windakirina bi zorê kir. Bi vî rengî sûcê dewletê kir. Erdogan şîdet teşwîq û rewa kir 3- Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî ji sûcên şer û sûcên dewletê yên li bajarên başûrê rojhilat ê Anatoliyê (Bakurê Kurdistanê) qewimîne berpirsyar e. Daxuyaniyên Erdogan û helwesta wî ya giştî ku Kurd û rêveberên wan ên li herêmê weke ‘terorîst’ nîşan da, kir ku hêzên polîs û leşkeran li dijî şervanan û gelê sivîl şîdeteke bê sînor bi kar bînin. Ev şîdet teşwîq û rewa kir. Fermandarê Artêşa 2. a Tirkiyeyê General Adem Hûdûtî, weke rêveberê bingehîn ê operasyonên hêzê leşkerî, polîs û milîsên paramîlîter, ji sûcên hatine gotin yekser berpirsyar e.”