Bahoz Erdal: Her malbateke Kurd çepereke şer e. Erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê malbatan. Şer ne tenê li çiyê di navbera gerîla û artêşa Tirk de tê kirin.
DÎCLE FERAT / BEHDÎNAN
Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk nirxand.
Dek û dolabê Osmaniyan
Bahoz Erdal diyar kir, dewleta Tirk hewl dide bi şerê taybet şik û gumanan bixe nava gel û got, "Ji roja damezrandina Komarê û vir ve li dijî gelê me şerekî taybet ê ji bo qirkirinê bi rêk û pêk tê kirin. Ev şerê taybet xwe dispêre derew û xapînokan. Ji bo mirovên Kurd serî li ber dewleta Tirk bitewînin û xwe radestî wan bikin ya ji destê wan tê dikin. Bi vê yekê dixwazin tirsê berdin nava dil û mejiyê Kurdan."
Her malbatek çepereke şer e
Bahoz Erdal dibêje, şer ne tenê di navbera gerîla û artêşa Tirk de ye, şer li dijî tevahiya gelê Kurd e û got, "Ji ber ku zîhniyeta heyî hebûna Kurdan qebûl nake, hewl dide her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, dixwaze Kurdîtiyê ji ser rûpelên dîrokê rake. Gelo mirovekî Kurd çawa dikare vê qebûl bike? Her zindiyekî li nava xwezayê, dema ku dest li hêlîna wê tê werdan, li dij derdikeve. Em gel in, em milet in, dîroka me ya hezar salî, çand û zimanê me heye. Koka me li vê xakê ye."
Bahoz Erdal di dawî de ragihand ku dewleta Tirk bi hevkariya MÎT, jenderme û emniyetê dema dawî karê îstîxbaratê dike û di vê çarçoveyê de giraniyê dide ser malbatên welatparêz û bang li malbatên kurd kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.