Di hin şêwaza hikûmetbûna hikûmatên Tirk de gelek mînakên sosret û balkêş hene ku, ev yekana ji bo kesên fêhmkar, zana û zanyaran, nîşane û hîkmeta nezanî, cehalet, bêkokî û bêbinîbûnê ye. Ev jî, “dîroka Tirktiyê” bi awayekî zelal tîne radixe ber çavan. Birastî jî, ji bo veşartina bêkokbûna xwe, hin kesayetên Tirk, yekcar miletê Tirk jî diavêjin agirê û bi vî şiklî li ber çavên dunyayê sosret û rezîl ev gelê...
Ji wan yek, însaneke vik û vala, ango însaneke ji dewletê re berpirsiyarek Bulent Arinç bû. Ew kes, çendek berê, bi armanca ji çand û civakê xwe re rûmetek bar bike û di heman demê de çand û civakek jî ber çavan biçûk bixîne, gotibû “zimanê Kurdî ne zimaneke şaristaniyê ye”. -Malmîratê te navê “şaristan” bixwe xirab kir, haya te ji te nîn e.- Ka werin lê binêrin ku ew kes bixwe jî zimanê Kurdî nizane, Bi zimanê tu hevokek nexwendiye, destan û çirokên wê zimanê nizane, wêje û helbestên wê zimanê guhdar nekiriye, radibe dibêje “zimanê Kurdî ne zimaneke şaristaniyê ye”.
Mînakeke din a rojane ya sosret jî, dîsa li ber çavên dunyayê qewimî û hemû dunya kena xwe pê an... Serokomara Tirkiyeyê, di qesra xwe ya –ku ew jî sosretiyeke din e- nû de wek şanoyek, wek şanoyeke kenokê seremoniyeke pêşbaziyê çêkir, di vir de şanzdeh kesê leşker re cil û bergên ecêp wergirtin da û bi vî rengî xwest ku bibêje, “kokê dewleta min pir kûr e, xwedî çanda dewletbûnê ye, ew qasî ku di dîrokê vî dewletê de şanzdeh hep dewlet avabûye, di wan dewletan de jî sembolên lixwekirinê, şêweyeke cil û bergên leşkeriyê heye, di alî fermiyetê de kevneşopî ya xwe damezrandiye û hwd...”  Lê ew serokomar jî, bi vî tevgera xwe ve nezaniya xwe wek bi awayekî zelal raxist ber alemê jî... Ji ber ku, çi dîrokzan, dîrokvan, çi zanyarên Tirk hene, mamosteya dîrokzaniyê wek Halîl Înalcik, wek Halîl Berktay, wek Îlber Ortayli dibêjin û dinivîsin ku “li ser dunyayê 16 dewletê Tirk nehatiye avakirin, ew dewletên ku wek ‘dewletên Tirk’ dihesibînin jî di rastiyê de ne dewletên Tirk in, heta Osmaniyan jî Tirkbûna wan jî ne agahiyeke teqez e...
Li gorî min ev jî ne tiştek e, ev rewş û rastiya dîrokê, ji hebûn û çanda Tirkan re giraniyek jî valahiyek jî bar nake... Ne sedema biçûktiyê ye jî ev rastî... Ji ber ku, civakbûn, şaristanî, ango dewletbûn, ji desthilatdariyê ve tekildar nîn e. Bi fermiyetê ve jî nabe dewletbûn. Bi pergaleke leşkeriyê ve nabe.
Ji bo Xwedê kî, hema kesek be jî bila aqilmendek rabe û ji van re bêje. Bila bêje dewletbûn, şarezayîbûn, milet û civakbûn, bi sosretî nameşe. Dewletbûn ne artêş e, ne cil û berg e, ne xanî û avahî ye, dewlet ne çek û ne sîlah e, dewlet însan, dewletbûn însanetî bixwe ye...  Nirxek e dewletbûn, barek e, bareke giran e, xwedîderketina nirx û rûmetên tev însanetî ye... Muzîk e, wêje ye dewlet, wêjeyeke ji wêjeyên azadiyê ye, xwedî çîrokbûn e, berhevkirina çîrokên mirovî ye mesele detletbûnê... Dewletbûn ne milk e, ne bezirganî ye, helbestên dewlemendiya dilan e dewletbûn. Nivîsîna helbestên ku dilê hemû însanetî dilerizîne ew e dewletbûn. Dewletbûn mayîn e, jêmayî û şûnwar e, dewletbûn gihandina berhemên şaristaniyek ji şaristaniyeke din e, gihandina hêstek ji hêsteke din e, ango daneheviya nirxen tev mirovantiyê, tev çand û tev çîna afirîneran ve hevaltiye, ew afirîner ku çavkaniyên mirovantiyê barî pişta xwe kirine û çi zeman, çi ziman, çi war mêzenakin, çi çand û çi netew nanêrin, ji bo “Însan” bardar in, ev bixwe ye dewletbûn...
Seknek e dewletbûn, sekneke xwedî nirx e... Nêzikahiyek e dewletbûn, ji însanetiyê re, ji agahiyê re, ji xwezayê re, ji ajalan re, ji cinsan re, ji rengan re û ji hwd re...
Bila xêrxwazek rabe û vê yekê ji van re bêje, heke wisa nebe, kesek ji van re devê xwe veneke û rastî rayî van neke, evana ne tenê Tirk, hemû civak û miletê ku di bin desthilatdariya vê herêmê de jiyana xwe didomînin, hemû van gelana rezîl dikin ji însanetiyê re, ji dîrokê re...