Hêja: Ez jî hez ji gotina stranên ji rêûresmê dikim lê cihê Koma Wetan û Ciwan Haco li cem min xas û taybet e. Herçî gerdûnîbûn e, meseleyeke din e. Gelo muzîk gerdûnî ye? Ez hîç wilo nafikirim. Ji ber ku muzîka min jî di nava rastiya xwe ya cihî de peyda dibe.

BARIŞ BALSEÇER

Hunermenda ciwan a Kurd Hêja, ev demeke li Hamburgê dimîne. Wê albuma xwe ya yekê ya demo bi navê ‘Stranên Neşuştî’ amade kiriye. Wê ji serî heta binî di çêkirina albûmê de hema hema di her qonaxê de berpirsiyarî girtiye ser xwe. Ew ji bo albumê dibêje, ew li 8 stranan difikirî, lê ji ber zexta dewleta Tirk û mişextbûnê, wê kariye tenê 3 stranan ji bo albumê amade bike. Hêja ji bo albûma xwe dibêje, wê hewl daye, bike ku jin xuya be. Wekî din ew ê tevî derhêner Huseyin Amaysiz û aktorê şanoyê Alan Ciwan, romana Bextiyar Elî ya bi navê “Qesra Balindeyên Xemgîn” li ser dikê nîşan bidin.

Hêja ji bo albuma xwe dibêje, ew ê vê weke CD dernexe, lê albuma wê wê di ser înternetê re di malpereke bi navê Bandcamp de bê firotin. Li ser vê malperê ew dibêje, “Bandcamp mekanekî welê ye ku hunermend bê navbeynkar û bê komîsyon lê dikarin dikana xwe vekin. Wekî din min li ser platformeke belavkirinê ya bi navê Distrokid jî hesabek vekir. Di ser wir re stranên min wê li ser Spotify, Amazon, Itunes û platformên din ên muzîkê hebin. Bi qasî min lêkola, Kurd herî zêde li ser Youtube li muzîkê dihisînin. Ji ber wê, ez ê wan di kanala xwe ya Youtube de jî parve bikim. Axir fînansman, hilberîn û belavkirin hemû, karên min in.”

Di albumê de keda aranjor û dîrektora muzîkê Cansun Kuçukturk heye. Hêja ji bo wê dibîje, “Min stran anîn dinê, lê mirov dikare bibêje, wê ew mezinkirin.” Grafiker Asli Filiz jî berga albumê sêwirandiye. Ozgur Haci Kurt di warê vîdeo-art de destek daye û ji bo fînansmanê jî Savaş Boyraz û Hito Steyerl destê xwe dane Hêjayê.

Album serê pêşî diviyabû 8 stran bin, lê tenê 3 hatine amadekirin. Serpêhatiya vê yekê jî Hêja wisa rave dike: “Dawiya sala 2015ʼan ez ji hepsê derketim û tevî Cansun ez li ser stranan xebitîm. Ya rastî di albumê de 8 stran hebûn. Lê delweta Tirk, rev û sirgûnî ketin navê, ji ber wê min nekarî 5 stranan amade bikim. Min xwest ez pêşî van her sê stranan biweşînim û bibînim ka wê xelk çi bibêje. Stanên mayî ez ê paşê temam bikim û biweşînim. Bi ser halan de gava ku ji tomarkirina deng ez li studyoyê bûm, cezayê min hat erêkirin. Yanî di wê navê de ez bûm sûcdareke polîs lê digere. Dinyayek stresa min çêbû.”

Hesabpirsîneke ji malbatê?

Hêja behsa meseleya strangotina jinan jî dike û dibîje, “De ka em Eyşe Şanê bînin bîra xwe. Malbata wê tenê ji ber ku wê stran gotin, nehişt ku Eyşe Şan bikeve Diyarbekirê. Gava ez li zanîngehê bûm, ji min re jî bû kul, min got ma malbata min wê çi bibêje, û min karê muzîkê dewam nekir. Belkî jî min ev nav li albumê kir weke hesabpirsîneke bi malabata xwe bi xwe re. Bi navê Stranên Neşuştî li albumê kir. Ez di stranan NeNe de behsa serpêhatiya jinekê dikim ku dev ji mêrê xwe, mala xwe, zarokên xwe berdaye. Li gorî civakê ev tiştên şaş in. Stranên min bi zarê jinan in.” Vê meseleya bi zarê jinê jî ew wiha terîf dike, “Rojekê, ez çûm Mala Dengbêjan a li Diyarbekirê. Min got, ez li stranên bi zarê jinan lêdikolim. Dengbêjekî simbêlboq got, ew çi ye. Min got, mesela Lawikê Metînî yek ji wan e. Wî dengbêjî ji min re got, ew kilameke ne baş e, tu dev jê berde. Min jê pirsî ka çima wilo ye. Wî got, li wir jin dibêje, weke min bixwaze, were min birevîne. Xwe piçûk dixe. Ma jinên Kurd wisa ne! Helbet na, jinên me bi şeref in. Ha ji ber wê di strana ‘Derî Lêket’ de bêçaretiya jineke ku mêrekî vedixwîne muhbetê, neşuştî ye.”

Koma Wetan û Ciwan Haco

Ew li ser muzîka xwe û terzê muzîka xwe jî galegalê dike û dibêje, “Carinan reggea dibêjim. Lê ez lê haydar nînim. Yên ku guhdarî dikin dibêjin, weke ku tu muzîka klasîk a Kurd dibêjî. Ji ber ku min bi xwe kilam gotine û parçeyek ji çanda min e, kurdîbûn bivênevê diqewime. Û bila hebe jixwe. Jixwe binesazî bi zanîn hatine tercîhkirin û ez li vir bibêjim, di strana ’Derî Lêket’ de me dahol bi kar aniye. Yanî terzê min di navbera Folk Pop û Folk Rockê de diçe û tê.”

Ji bo gerdûnîbûna muzîkî û fikra xwe ew dibêje, “Ji ber ku êdî ji çêkirina daimî ya muzîka ji rêûresmê ez jî off bûme min xwest formên nû biceribînim. Ez jî hez ji gotina stranên ji rêûresmê dikim lê cihê Koma Wetan û Ciwan Haco li cem min xas û taybet e. Herçî gerdûnîbûn e, meseleyeke din e. Ma gelo muzîk gerdûnî ye. Ez hîç wilo nafikirim. Ji ber ku muzîka min jî di nava rastiya xwe ya cihî de peyda dibe.”

Ji bo tecrûbeya xwe ya sînema û şanoyê jî ew dibêje, “Armanca min a esas ez bi van stranan çîrokan bibêjim. Ji bo gotina çîrokan ez sûdê ji behremendiya xwe ya aktrîstî û dengdayînê digirim.”

 
 

Qesra Balindeyên Xemgîn dibe şano

Li ser çalakiyên xwe yên cihê yên hunerî Hêja van agahiyan jî bi me re parve dike: “Ez çilo hatim Hamburgê min sînemavan nas kirin. Yek ji wan ji damezrênerên Komuna Filman a Rojava Onder Çakar bû. Fikra kolektîfeke sînemayê li Hamburgê jî ya wî bû. Me di cih de zend û bend vemalîn. Di navê de aktorê Kurd Nazmî Kirik û Bilal Bulut jî, bi 10 sînemavanan ji bo çêkirina arşîveke sînemaya Kurd, nîşandana filman, ji bo peydakirina fonan ji bo sînemaya Kurd me kolektîfek damezrand. Navê wê Kolektîfa Filman a Avakino ye. Em li wir karê xwe dikin. Min niha li Hamburg Media Schoolê dest bi bernameyeke perwerdê ya 6 mehî kiriye. Ez ê li wir belgefilmeke li ser ´lêgerîna tazî´ ya li Elmanyayê hat serê min çêkim. Herî dawî jî ji romana Bextiyar Elî ya bi navê Qesra Balindeyên Xemgîn, tevî derhênerê şanoyê Huseyin Umaysiz û aktor Alan Ciwan em lîstikeke şanoyê hazir dikin. Premiera lîstikê wê 26´ê Nîsanê li Hamburgê bibe.“