Li Dêrsimê dewleta Tirk a dagirker bi 3 çawişên xwe yên pispor dest avête jinekê. Lê zilma xwe dewam kir; pişta wê jinê şikand û ew avête ber rê. Ev jina hanê jineke ciwan a 20 salî ye.

Derket holê ku niha ev jina ciwan li nexweşxaneyê tê dermankirin. Derdê dewletê jî bûye ew ku bûyerê veşêre. Jina ku pêşî birin nexweşxaneya Xarpêtê, piştre rakirin a Dêrsimê û ji bo kes pê re nepeyive, ketina hundirê odeya lê dimîne qedexe kirin û derî li ser jina ciwan kilît kirin.

   

Ev kirinên dewletê diyar e, sîstematîk in. Beriya niha jî keça ciwan a bi navê Gulistan Doku jî hatibû windakirin û gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê eşkere bûbûn.

Ser bûyerê digire

Li gorî agahiyên xelkê deverê, çawişekî pispor jina 20 salî vexwendiye mala xwe, û tevî 2 çawişên din ên pispor ên dewleta Tirk a dagirker, dest avêtiye jinê. Van zilamên dewleta Tirk, piştre jî li vê jina ciwan xistine, pişta wê şikandina û avêtine ser rê. Dewleta Tirk ji bo ku vê destavêtina bi destê eskerên xwe veşêre, jina ciwan pêşî rakir nexweşxaneya Xarpêtê. Lê piştî ku hin welatî bi ser meselê ve bûn û pirs kirin, dewletê ew bire nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li vir derî li ser wê kilît kir û ketina odeyê jî li xelkê qedexe kir. Ji bo ku destavêtinê veşêre, dewletê nehişt ku navê vê jinê li lîsteya nexweşan a nexweşxaneyê bê qeydkirin. Li odeya hejmar A-326 a ku jina ciwan lê tê ragirtin, dinivîse “Li mêvanan qedexe ye.”

Dûvê rovî şahidê wî ye

Lê ev qedexe li ser xebatkarên paqijiyê jî ferzkirin. Herçî dermankirina qaşo ye, jineke sergirtî ya 30-35 salî dike. Jixwe bûyer jî bi wê eşkere dibe, dema xebatkarên paqijiyê dixwazin odeyê paqij bikin û nikarin bikevin hundir, ji wan re behsa bûyerê tê kirin. Dewleta hay ji xwe heyî, hejmara polîsan li nexweşxaneyê zêde kir, da ku karibe kontrola xwe ya li ser bûyerê dewam bike.

Axir dewlet vê xeberê dixwaze li derewê biqelibîne; ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl re Cîgirê Waliyê Dersimê Selçuk Yosunkaya gotiye, bûyer ne rast e.

 

DÊRSIM