Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewletê bi gelek maşînên zirxî êrîşî taxa Yenîmahale kirin. Hêzên dewletê ku bi gelek maşînên leşkerî yên bi tîpa kîrpî û kepçeyên zirxî hewl didin bikevin nava taxê, guleyan li bendên navbera kolanan direşînin. Gelê Geverê li hemberî êrîşan li Mala Gel li hev civiya û dest bi berxwedanê kir. Dema nûçeya midahe amade kirin li hember êrîşa berxwedan berdewam bû.

57. roja dorpêça Cizîrê
Li navçeya Cizîrê ji bîrdarên ku 16 roj in di jêrzemîna avahiyekî de li benda alîkariyê ne ev 9 roj in jî ji wan agahî tuneye. Ji birîndarên li jêrzemîna avahiyekî din de ne, ji wan 9 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin jî 2 roj in agahî nayê girtin. Li navçeyê firin, ezexane û marketên ku gel pêdiviyên xwe yên lezgîn bi cih tînin jî heta “fermanekî duyemîn” girtî ne. 


Hemû hewldan hatin astengkirin
Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ji bo birîndaran gelek caran çûn, her carê bi hinceta “pevçûn heye” hatin astengkirin. Endamên SES û TBB’ê yên ku ji bo alîkariya birîndaran 8 roj in hewl didin biçin Cizîrê jî ambulansa wan bi hinceta “belge kêm in” hate girêdan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî banga “em bi tenduristvanên dildar re dixwazin biçin birîndaran werbigirin” jî ji aliyê hikûmetê vê hê jî nehatiye bersivandin. Endamên TTB û SES ji bo ku bikaribin biçin Cizîrê îro dîsa bikevin nava hewldanan. Li aliyê din meşvanên Botanê dê îro dîsa hewl bidin biçin Cizîrê. 


Li Cizîrê çar cenaze hatin dîtin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya ku dorpêçkirin û êrîşên rêveberiya awarte lê didomin li kuçeyekê cenazeyê 4 kesên nasnameya wan nediyar hatin dîtin. Ji cenazeyan 2 jê li Kuçeya Hûzûrê, 2 yên din jî li Kuçeya Paraşutê hatin dîtin. Cenazeyên ji hêla ambulans û wesayîtên cenazeyan ên aîdê Şaredariya Cizîrê ve hatin hilgirtin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hate zanîn ku cenazeyên ku nasnameyên wan nediyar yên kesên ku di demên berê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin in.


Li Hezexê rêveberiya awarte
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ev meheke zêdetir e di bin dorpêçê de ye û sewqiyata leşkerî tê kirin dewlet amadekariya îlankirina rêveberiya awarte dike. Li navçeya Cizîrê beriya ku rêveberiya awarte bê îlankirin ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve ji bo navçeyê biterikînin peyam hatibû şandin niha jî heman peyam ji mamosteyên li Hezexê re tê şandin. Di peyama ku ji mamosteyan re hatiye şandin de tê gotin ku tevli semînera di 8-12’ê sibatê de li Stenbolê pêk bê bibin.

Di nava hefteyê de gelek sewqiyat hatibû kirin û gelek dibistanên navçeyê jî ji niha ve wekî biryargeh tên bikaranîn.


COLEMÊRG/ŞIRNEX