Malbata Şenyaşar a ku çeteyên AKP´ê û zilamên parlamenterê AKP´ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûsê 3 ferdên wê qetil kirin, li benda pêkanîna edaletê ye. Lê belê zext û gefên çeteyên AKP´ê kir ku malbat Pirsûsê bi cih bihêle û koçeber bibe. ARJÎN D. ONCEL / ERDOGAN ALAYAMUT MA / RIHA Malbata Şenyaşar a ku 3 ferdên wê ji aliyê çeteyên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin qetilkirin, neçar ma ji ber gefên xizmên Yildiz, navçeyê biterikîne. Li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê, 14’ê Hezîranê çete û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeh û nexweşxaneyê êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û di encama êrişan de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin. Birayê Yildiz ê AKP’yî M. Şah Yildiz jî di bûyerê de hat kuştin.   Tevî ku mehek di ser bûyerê re derbas bû, hê jî kiryar tên veşartin. Ji ber ku kiryar dernexistin holê, malbata Şenyaşar neçar ma, mal û kargeha xwe vala bike û ji navçeyê koç bike. Ne hêsir û ne jî hêrsa Emîne Şenyaşar kêm bûye ya ku di bûyerê de du zarokên xwe û hevjînê xwe ji dest da. Dayik Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşan da girtina kurê xwe Fadil Şenyaşar ê di bûyerê de birîndar bûyî û bi birîndarî girtî, û got: “Kurê min sûcdar dikin. Em nizanin çima wî bernadin. Me sê canên xwe veşartin, bi ser de kurê min jî digirin. Kurê min bav û birayê xwe parastiye. Ez dixwazim wî demildest berdin.” Dewlet kujeran diparêze  Dayik Şenyaşar destnîşan kir ku der barê kesekî ji malbata Yildiz de jî biryareke binçavkirinê nehatiye dayîn û nerazîbûna xwe wiha dewam kir: “Ev hikûmeteke çawa ye? Heke hikûmet hikûmet bûna, ev bûyer nediqewimî. Li kîjan devera cihanê hatiye dîtin ku 3 kes li nexweşxaneyê bên qetilkirin. Em bibêjin we êriş kir û birîndar kir, lê çima hûn mirovan li nexweşxaneyê dikujin? Wan 3 kes kuştin. Lê kesek jî binçav nekirin. Her kes dizane bi salan e dikana me li wir heye. Me heta niha zirar nedaye ti kesî. Yên ku kamerayên li dikan û nexweşxaneyê dan windakirin, ew in. Ew qatil, dizek û perexwir in. Piştî ewqas êş yek daxwaza min heye, bila ew cezayê xwe bikişînin.” Şenyaşarê diyar kir ku piştî bûyerê mala xwe bar kirine: “Em niha 5 malbat weke penaberan di malekê de dimînin. Em ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev amûrên li malê jî cîranên me ji me re anîn. Halê me ne ti hal e. Ez digirîm nabe. Nifiran dikim nabe. Rica dikim, vê hewara min bigihînin tevahiya cihanê.” Girtina qatilan wê bîhna me fireh bike Ferît Şenyaşar ê roja bûyerê li dikana bûyer lê pek hatibû jî diyar kir ku nafikirin ew careke din vegerin Pirsûsê û wiha axivî: “Me 2 dikan û malên birayê xwe ji neçarî vala kirin.  Em êdî li benda girtina kiryarên bûyerê ne. Bi girtina qatilan belkî hinekî bêhna me bê ber me. Em 5 bira li malên cuda dijiyan. Me dev ji kar û mala xwe berda, niha ti karî nakin. Em mexdûr bûn û hemû malbat niha di malekê de ye. Psîkolojiya me xera bû. Ji ber qehra tiştên hatin serê min, xwîn rijiya hinavên min.” Ewlehiya canê me nîne Şenyaşar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min Fadil ji bo xwe û malbatê biparêze şer kir. Heke wî em neparasta, em ê jî bihatana kuştin. Jixwe, ji me 3 kes kuştin. Hatin dikanên me û êrişî me kirin. Birayê min jî, xwe parast û niha di girtîgehê de ye. Bi heman awayî gava em li aliyê pêşberê xwe jî mêze bikin, bavê min û du birayên min li nexweşxanê li ber çavên polîsan bi awayekî hovane ku di ti dînan de tineye, qetil kirin. Lê ji aliyê din kes girtî tineye. Ev êşa me ya herî mezin e. Divê demildest dozger a pêwîst çi ye, wê bike û ji wê malbatê kesên bûn sedema vê bûyerê, ceza bike. Em tenê vê dixwazin.” Şenyaşar di dawiyê de got: “Ti cihê em biçinê jî, em ê xwe di nava ewlehiyê de hîs nekin.”