Kursa Hîndekaran wê di navbera 23-27ê Kanûna 2014'an saet di 13:00-17:00'an de li navenda Enstîtuya Kurdî ya li Körnerstr.94- 58005 Hagenê pêk were.
Serokê Enstîtuya Kurdî û di heman demê de mamosteyê kursê Fevzî Ozmen der barê kursê de agahiyên pêwîst dan.

Em dixwazin xwe bigihînin bi hezaran

Ozmen da zanîn ku kesên bi Kurdî dizanin lê dixwazin pirsgirêkên xwe yên rastnivîs û rêzimanî çareser bikin, dikarin tevlî vê kursê bibin.
Ozmen got; "Em ji mêj ve, çi di avahiya enstîtûtê de be, çi li çend bajarên curbecur ên Elmanyayê û çend welatên Ewropayê yên weke Swîsre û Fransayê kursên bilind ên ji bo hîndekaran didin. Lê belê  hejmara beşdarên van kursên ku me heta niha dane, ji komên biçûk ên ji 7-8 kesan bigire heta 20-25 kesan pêk dihatin. Her çiqas hejmara beşdarên vê kursa me li dora 20 kesan, an jî zêdetir be û ji curbecur dersdarên sazî, pîşe û ji akademîsyenan pêk bê jî, lê em dixwazin bi rêya çapemeniya dîdbar xwe bigihêjînin bi hezaran kesan û dersên ku di vê kursê de tên dayîn bi hezaran re par ve bikin. "
Herwiha Ozmen di mijara teşwîqkirinê de bal kişand ser rola çapemeniyê û ji bo eleqeya wan, spas kir.

Serokê Enstîtuya Kurdî Fevzî Ozmen herî dawî diyar kir ku ev encamên xebateke kolektîv a Enstîtuya Kurdî ye û bang li zimanhezan kir ku di vê kursê de cihê xwe bigirin.

KOLN