Lê zîhniyeta berê ji gelek aliyan ve jî ji îro xerabtir bû. Nemaze jî li Kurdistanê mîr û padîşah; axa û beg û şêx her tişt bûn. Ji bo vê yekê hinekan gotiye, “(haşa) bê xwedê dibe, bê xwedî nabe”. Bala xwe bidin çîroka li xwarê hûn ê aqiliyeta Kurdên berê baştir fêm bikin. Ev çîrok di Rojî Kurd de hatiye weşandin, min tîpguhêziya wê kir û zimanê wê jî hinekî redakte kir, wekî din min tu guhartin tê de çênekir. Ez bi vî awayî pêşkêşî we dikim.
“Çîrokê Kurmancan“
Di wexta berê de, di wexta Emîrê Kurmancî de şivanek pezê xwe diçêrand di nav bestekî de, xewa wî hat; rûyê xwe wergerand ber bi bajarê ku emîr tê de rûdinişt: “ Mîro pezê xwe dispêrim te û radikevim” û got û raket.
Çaxa ku hişyar bû, pezê xwe jimart, çend pez kêm bûn, li nav çiya geriya, şopa pezê xwe dît ku “guran” xwariye.
Keriyê xwe da ber xwe û hat ber qesrê Mîrê Mezin çû ramîsana lingê mîr û got: “Min çolê keriyê xwe spart edaleta te, ez raketim. Çaxa ku rabûm, min pezê xwe jimart, pênc pez guran xwarine, ez nuka pezê xwe ji te dixwazim.” Mîr giranka li wî guhdarî kir, pênc pez dan şivan.
Got: “Şivano! Bigire çend segmanê min min emir kiriye bila te bibin, cihê ku tu lê raketî rayî wan bide, bo ku wan guran bigirin.”
Şivan çû ji segmanên mîr çendek ecibandin bi xwe re birin, li wan çiya û newalan geriyan, çend gurên har dîtin û ew kuştin.
Şivan pezê xwe jî girt, gur jî kuştin, mîrê wî wextî jî be wî halê xwe yê mezin û edaleta xwe rayî şivan da.
“Kamilnas Elî Qedir Eqwelhem”
KenduKovar Rojî Kurd, jimare 3, 11 Ramazan 1331 (14 gelawêj 1913)”
Belê eqiliyata Kurdên berê wiha bû, hê jî hinek Kurdên ku bi vî awayî difikirin û dijîn li ser rûyê erdzemînê mane. Rayedarên tirkan jî hînî van Kurdan bûne. Berê Erbakan diçû Kurdistanê çend şêx dixapandin, bi hezaran Kurd bi pey wan diketin, bi milyonan Kurdan dengê xwe dida partiya wî. Her partiyeke tirk çend şêx û axa bi aliyê xwe ve dikişandin û rayên Kurdan dixistin berîka xwe.
Lê niha dewran guheriye, Kurd êdî ne Kurdên berê ne, bi xwe û doza xwe hesiyane, êdî “dengê xwe didin xwe” lewre jî partiyên tirkan dikin û nakin çareyekê ji vê rewşê re nabînin. Tekane çeka ku hê jî kar dike oldariya sexte ye û tekane hêza ku hê jî bandorê li Kurdan dike AKP ye. Lewma jî dewleta kemalîst li Kurdistanê xwe mecbûr û mehkûmî AKP’ê dibîne. Heke wisa nebûya leşkeran li Kurdistanê dengê xwe nedida AKP’ê û AKP’ê jî nedikarî bi qirika hinek kevnegeneral bigire û wan bavêje girtîgehê. Lê heke wiha here dê ev çeka zengarî jî ji destê dagirkeran derkeve.
Bala xwe bidinê. Kurd êdî li pey îmamên kirêkirî nimêjê nakin, li pey meleyên welatparêz nimêjê dikin. AKP ji ber vê yekê êrîşî meleyên Kurd dike, hinekan digire, hinekan dixwaze bikire. Lê heke AKP piştevaniya Kurdan ji dest bide êdî dê tu kes nikaribe wan ji destê generalan xelas bike. Lewre jî divê êdî dev ji xewn û xeyala Kurdên berê berde, bi Kurdên nûjen û azadîxwaz re li hev bike. Bi girtin û kuştinan dewrana berê venagere.