110 ciwanên ku li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla perwerde dîtin, tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 6′emîn dewreya perwerdeyê ya bi navê ″Dewreya 15′ê sibatê″ ku bi beşdariya 110 ciwanên bajarê Minbicê û gundewarên wê dest pê kir, bi dawî bû. Di şahiya bidawîkirina dewreyê de Fermandarên QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, amade bûn. Şahî bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Parastinê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Ednan Ebû Emced axivî û bal kişand ser girîngiya parastina herêmê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete û bang li ciwanên Minbicê kir ku beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin. Piştre jî şervanan soza şopandina riya cangoriyên azadiyê û parastina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê, dan. Şahî bi gerandina govendê, bi dawî bû.
KOBANÊ