HPC JIN ji bo xurtkirina sîstema parastinê ya giştî û taybet dewreyeke perwerde ya bi navê Şehîd Sakîne Cansiz vekirin. 19 rêveberiyên HPC JIN tevlî perwerde bûn. Dewreya Şehîd Sakîne Cansiz 15 rojan berdewam kir û bi merasîmekê bi dawî bû.
Rêveberiyên Kongreya Star, Seroka Desteya Jin a Kantona Efrînê Fatma Lekto û bi dehan şêniyên gundê Tilefe yê navçeya  Cindirêsê di merasîmê de amade bûn.

Rêveberiya HPC JIN Roza Hesen di merasîmê de axivî û got: “Lazim e jin aliyê fikrî û leşkerî de xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê ji rêveberiyan tê xwestin ku çalak bixebitin û li HPC JIN-HPC rêxistina xwe baş bikin. Ji bo parastina Kantonê erk ji wan têxwestin”

ANHA/EFRÎN