Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre endama Yekîtiya Star Zekiya Engîzek axivî. Engîzek komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û balkişand ku dewreya perwerdeyê ku dane despêkirn di salvegera 14'emîn a 15'ê Sibatê bi dawî kirine. Engîzek di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ewê heta dawî li fikir û felsefeya Ocalan bişopînin. Herwiha Engîzek da zanîn ku ewê dewreyên perwerdeya jinan bidomînin û dewreyên din destpêbikin û bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên wan bibin.
ANF/EFRÎN