Akademiya Şehîd Siyamend a li navçeya Eyn Îsa dewreya şehîd Zinar ya heftemîn a Hêzên Disîplina Eskerî bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de fermandarên Hêzên Sûriya Demoratîk û Hêzên Disîplîna Eskerî amade bûn.

Di dewreyê de ku 2 mehan dewam kir, 50 şervanên ji şêniyên herêma Firatê amade bûn. Di dewreyê de şervanan dersên bîrdozî û eskerî dîtin. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêûresmeke eskerî dest pê kir. Paşê şervanan sond xwar. Piştre ji fermandarên Hêzên Disîplîna Eskerî Seydo Efrîn axivî.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Zinar ê ku dewre bi navê wî hatiye vekirin, şervanekî YPG`ê bû û di dema şerê rizgarkirina Kobanê de, di 2015`an de şehîd bûbû.

 

GIRÊ SPÎ