Merasîm ji ber navenda erka xweparestinê ya bajêr  destpê kir û berê xwe dan nava bajarê Amûdê. Endamên erka xweparastinê ji aliyê şêniyên bajar ve hatin pêşwazîkirin. Piştî endamên erka xweparastinê bi meşiyan û li ser riya Hesekê endaman dawî li meşa xwe anî û ji vir tevlî welatian berê xwe dan navenda erka xweparastinê. Li vir merasîm hate lidarxistin.

Endamên Şaziya Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl û Serokê Desteya Xweparastinê Ebdulkerîm Sarûxan, Cîgirê Meclîsa Rêveber Husên El-Ezam, Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Emîna Osê, Seroka Desteya Veguhestinê Mihemed Hesen Ebdo, Seroka Desteya Jinan Emîna Umer, Serokê Desteya kar û Barê Civakî û Kar Dijwar Ehmed, Serokê Desteya Olî Şêx Mihemed Ebdulqadir   beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Desteya Xweparestinê ya Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan di merasîmê de got, dewreya perwerdeyê ku bi tevlîbûna 139 endamên ku ku piraniya wan pêkhateyên ereb in bi dawî bû. Sarûxan ciwanên ku tevlî perwerdeyê bûne pîroz kir. Piştî axaftinê endamên dewreyê soz dan ku dê bi hemû hêza xwe erka xwe pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran stran gotin û govend gerandin. 


 AMÛDÊ