Dewreya Şehîd Herêm a Akademiya Leşkerî ya Şehîd Berxwedan dabû destpêkirin, bi dawî bû.
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Herêm a Akademiya Şehîd Berxwedan, 1’ê Tebaxê bi beşdariya 32 şervanên YBŞ’ê dest pê kiribû, doh li goristana şehîdan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.
Di merasîmê de şervanên perwerde bûbûn, sonda xwe ya ji bo parastina Şengalê û gelê Êzîdî nû kir û bawernameyên xwe wergirtin. Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û sonda parastina gelê Şengalê nû kir û şervan jî piştî merasîmê çûn serdana goristanê.
ŞENGAL