Li bajarokê Xanesorê ji dewreya Şehîd Birûsk a Akademiya Şehîd Şengal, 16 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzdîxanê bûn.
Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûne ji gund û bajarokên Şengalê ne. Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û şehîdên 74 fermanan destpê kir.
Dewreya Asayîşa Êzdîxanê 25 rojan dewam kir. Di nava van 25 rojan de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn. Di merasimê de li ser navê fermandariya Asayîşa Êzdîxanê Sebeh Cirdo axivî û di serî de dewre li endamên nû yên Asayîşê pîroz kir û got; “Wek tê zanîn ji dema fermanê heya niha êrîş li ser gelê me dewam dikin. Ji bo rê li ber van êrîşan were girtin, pêwîstî bi perwerdeyê heye. Di dema fermanê de gelek hevalan li ber xwe dan û bi saya wan gelê me xwe birêxistin kir. Zarokên Êzidî di nava refên YBŞ û YJŞ’ê de cihê xwe girtin û xwe birêxistin kirin.”
ANF / ŞENGAL