Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) yên dewreya Şehîd Şerda ya Akademiya Şehîd Xanê li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê dest bi perwerdeyek nû kirin. Di merasîmê de fermandarên YJŞ’ê Axîn Mûş, Hêzda Şengal û Zîlan Çekdar amade bûn. Fermandara YJŞ’ê Hêzda Şengal di merasîma leşkerî ya destpêkirina dewreya Şehîd Şerda de axivî û got: “Her jina ciwan a Êzîdî ku tevlî dewreya Şehîd Şerda dibe, divê ji bo hemû gelên bindest, hem di warê leşkerî û hem jî di warê îdeolojîk de xwe perwerde bike.”

 

‘Divê hûn tola jinên bindest rakin’

Fermandara YJŞ’ê Hêzda Şengal di berdewama axaftina xwe de got; “Di vê dewreyê de wek jinên Êzîdî, bi soza ku hûn bidin, hûnê li hember komkujiyan bisekinin. Divê hûn perwerde bibin û tola jinên bindest rakin.”

Di dawiya gotina xwe de fermandara YJŞ’ê wiha axivî: “Ez bawer dikim ku hûnê wek jinên Êzîdî ji bo her cihekî xwe amade bikin. Ji ber ku jin li her derî tê perçiqandin. Hûn tolhildana hemû jinên Êzîdî û cîhanê ne.” 


 ROJNEWS / ŞENGAL