Dewleta Tirk a dagirker doh top avêtin gundê Kopîrlîk ê Girê Spî. Topên dagirkeran li qadên sivîlan ketin û agir bi çandiyan ket.

Danê nîvro li gundê Temamiye yê Eyn Îsayê jî zeviyên gel ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin. Şewat li qadeke berfireh belav bû.

Şeva 20’ê Gulanê gundên Hoşan û Xalidiyê yên li rojavayê Eyn Îsayê û rêya navneteweyî ya M-4 bû hedefa topbarana dagirkeran. Li herêma ku hate bombekirin agir bi zeviyan ket.

Heman rojê dewleta Tirk gundên Um Şêfa, Til Mihemed, Xirbet Cemo, Îneg El Hewa, Qebir Kebir û Xirbet Xidir ên Zirganê agir berda zeviyan.

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve êrişî erdên çandê dike û bi vî awayî hewl dide, yek ji çavkaniya bingehîn a debarê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûrî tine bike.

Li gorî daneyên ajansa nûçeyan a ANF’ê di serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şêra, Şêrawa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê ve li 20 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan hatin şewitandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN