Operasyona Mûsilê roja 17’ê Cotmehê ji eniyên bakurrojhilat û başûrrohilat dest pê kir, piştî ku milîsên Haşdî Şabî di 29’ê Cotmehê de li eniya başûrrojava ketin nava tevgerê, ji sê baskan ve dewam dike.

Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînova de hat ragihandin ku operasyon ji sê baskan ve didome û Tumena 9. a ji eniya başûr ve bi pêş ve diçe, xwe gihandiye pêşiya Mûsilê, li eniyên din jî hêzên operasyonê bi pêş ve diçin.

Li gorî daxuyaniyê, baskekî operasyonê gihîştiye herêma Şelalat a Mûsilê û li eniya bakur û Naveranê jî hêzên operasyonê 10 kîlometreyan bi pêş ve çûne.

Yekîneyên artêşa Iraqê yên li eniya rojhilatê bajêr bi pêş ve diçin, li herêma Bertilleyê herêmeke ji 20 kîlometreyî kontrol kirin, li taxa Gogcelî fabrîkeyek bi dest xistin û dor li taxê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li eniya başûrrojava jî, hêzên Haşdî Şabî qadeke ji 40 kîlometreyî kontrol kirine û li aliyê başûr jî kêm maye hêzên wan xwe bigihînin Mûsilê. Artêşa Iraqê li Mûsilê kete avahiya televîzyona Mûsilê ya dikeve herêma Kerame ya rojhilatê Mûsilê. Herwiha ji başûrê Mûsilê ve jî beşek ji  taxa Întîsarî hatiye rizgarkirin.


NAVENDA NÛÇEYAN