Di 20 rojî de 400 berfok firotine
BARIŞ DONMEZ/YÛNUS DÛMAN MA/WAN
Li Wanê Nîhat Turktam, textên berfê yên bi navê Berfok bi tenekeyan çê dike. Turktam, diyar kir ku zivistana îsal ji bo wî zivistaneke bibereket bûye û got, di 20 rojî de 400 heb berfok firotiye.
Îsal di meha Sibatê de li Wanê li ser hev du berf bariya. Ji ber vê hema bêje her der di bin berfê de ma. Ji ber ku şaredarî baş paqij nake, welatî bi derfetên xwe paqij dikin. Welatî berfa kombûyî bi textên berfê yên bi navê berfok paqij dikin. Her wiha ji ber îsal berf pir bariya, eleqeya ji bo berfokan jî zêde bûye.Nîhat Turktam diyar kir ku berê bavê wî ji çerman berfok çê dikirin û got: “Her tişt diguhere. Textên berfê jî guherîn. Êdî berfokên bi tenekeyan tên çêkirin û plastîk jî hene.
Ez havînê amûrên berfokan amade dikim û zivistanê jî difiroşim. Maliyeta berfokekê 10 TL ye. Ez jî bi 15 TL’yan difiroşim. Mirov dibêjin buha ne; lê belê em heqê keda xwe distînin. Îsal berf pir bariya, ev jî bi kêrî me hat. Min ji serê Sibatê heya niha 400 heb berfok firotine.”