Di 30’ê Îlonê de bi israr in
Partiyên Herêma Başûrê Kurdistanê, têkildarî hilbijartina li Başûr daxuyanî da.
Partiyên sereke yên li Başûrê Kurdistanê, li ser nûçeyên ku wê hilbijartin bên taloqkirin, daxuyanî da û destnîşan kir ku divê hilbijartin di dema kifşkirî de bên kirin.
Dest bi xebatên xwe kirine
Têkildarî nûçeyên taloqkirina hilbijartinan ku biryar e 30’ê Îlonê bên kirin, PDK,YNK û Gorranê daxuyanî dan.
Endamê Konseya Serokatiya PDK’ê Hêmin Hewramî got, “Hilbijartin wê 30’ê Îlonê bên kirin. PDK’ê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Navên lîsteya xwe pêşkêşî komîsyonê jî kirine. Weke partiyên din ên siyasî ji bo serketineke nû di pêvajoya demokrasiyê ya Kurdistanê de bi dest bixin ji bo kampanyaya hilbijartinan plansaziyeke me ya baş heye.”
Serokê Karê Hilbijartinan a Tevgera Gorran, Belen Îsmaîl nerazîbûn nîşanî gotûbêjên têkildarî taloqkirina hilbijartinan da û got: “Xebatên lojîstîkî û komîteyên çapemeniyê yên derbarê kampanyaya hilbijartinê de dewam dikin. Xebatên me yên hilbijartinê bê navber didomin.”
Endamê Pîlotburoya YNK’ê Hakîm Qadir jî got, “Em girêdayî biryara hikûmeta Kurdistanê, parlamen û Komîsyona hilbijartinan a Bilind a Serbixwe ne. Ji bo hilbijartin di dema xwe de bên kirin, em di nava hewldanan de ne.” ANF/HEWLÊR