Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ya li Yemenê diyar kir ku li Sanayê di şerê 4 rojên borî de herî kêm 234 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûne.

Berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) yê li Yemenê Ednan Hizam destnîşan kir ku di şerê 4 rojên borî de yên navbera alîgirên Elî Abdullah Salih û Husiyan de herî kêm 234 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn. Husiyan di 4`ê Kanûnê de, serokê berê yê Yemenê Elî Abdullah Salih kuşt.  


SANA