Yek ji van girtiyên nexweş jî Şukran Avşar a li Girtigeha Jinan a Şakranê girtî ye. Şukran Avşar ku pirsgirekên derûnî dijî di nava 5 salên girtî de 6 caran hat sirgûnkirin. Avşar di nava 5 salan de sirgûnî Mêrsîn, Karataş, Sîncan, Bakirkoy, Sêrt û herî dawî jî sirgûnî girtîgeha Jinan a Şakranê hatin kirin. Avşar ku ji ber pirsgirêkên derûnî zerarê dide xwe, li şûna ku li nexweşxaneyê bê tedawîkirin bi dermanên hişbirê tê tedawîkirin. Avşar heri dawî bi sedema zerar da derdorê rastî mehek cezayê ragihandinê hat. Hat diyar kirin ku dema Avşar li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê dihat dermankirin ji aliyê leşkeran ve rastî lêdanê hatiye.


Nexweşa giran e
Xwişka Avşar Asya Avşar anî ziman ku xwişka wê rastî cezayê muebetê hatiye û wiha got: "Xwişka min ji sala 2009'an de girtî ye. Di nava 5 salan de sirgûnî Mêrsîn, Karataş, Sîncan, Bakirkoy, Sêrt û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Şakranê kirin. Xwişka min li lgirtîgehê pirsgirêkên giran dijî. Piştî xwişka min hat girtin pirsgirêkên derûnî derketin holê. Ji ber nexweşiya giran hin caran qirîz derbas dike. Ji ser xwe diçe û zerarê dide xwe û hevalên xwe. Hilmiskan li serê xwe û dîwaran dixe."

Ceza li ser ceza didin

Avşar, anî ziman ku xwişka wê roja inê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê hat kirin û li nexweşxaneyê rastî lêdanê hat. Avşar wiha got: "Xwişka min di sala 2012'an de ji bo dermankirinê birin ji Girtîgeha Karataşê birin Nexweşxaneya ruh û Sînîr a Bakirkoyê. Xwişka min li vir dest kelepçekirî 2 mehan di bin nobeta leşkeran de hat girêdan. Herî dawî ew sirgûnî Şakranê kirin û li wir dîsa nobet derbas kir. Bi hinceta zerar da derdorê rastî mehek cezayê ragihandinê hat. Em ji ber rewşa xwişka xwe bi fikar in. Baş û rast nayê dermankirin. Li şûna ku wê bi rêk û pêk li Nexweşxaneyekê derman bikin bê navber wê sirgûn dikin."

Divê bê berdan
Girtiya bi navê Nesrin Akgul ku li Girtîgeha Şakranê di heman koxuşê de dimîne jî ji Asya Avşar re faks şand. Akgul anî ziman ku rewşa Avşar her ku diçe girantir dibe di 3-4 mehên dawî de nexweşiya wê girantir bûye. Akgul, anî ziman ku heta ji destê wan tê dibin alîkar. Divê bi riya ÎHD'ê alîkarî bê kirin. Zindan ji bo wê pir giran e." 

DÎHA/ÎZMÎR