Em vê bangê durist nabînin û ev durutiye’ rexne kir.  Daniş da zanîn ku der barê her endam û nûnerekê BDP’ê de doz hatiye vekirin û her wiha di nava 6 mehên dawî de   hezar û 356 endam û nûnerên BDP’ê hatine girtin.
Derbarê girtin û binçavkirinên demên dawî de  Cigira Hevserokê BDP’ê Meral Daniş Beştali avahiya Navenda Giştî ya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Beştaş biçavkirin û girtinên demên dawî rexne kir û da zanîn ku rayagiştî jî vê yekê qebûl dike.  Beştaş da zanîn ku di hefteya dawî de operasyoneke cidî hatiye dest pê kirin û wiha got: “Serokwezî Erdogan gefan li me dixwe.  Her wiha bi van gefên xwe piştgiriyê dide opersyonan. Bi talimatên serokwezîr ev operasyon hatine dest pêkirin.”

‘Durutiyê dikin’
Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Li aliyekê me vexwendiyê siyasetê dikin. Li aliyê din jî ev qad tên teng kirin.  Lê ev operasyon vê durutiya wan derdixe holê.  Hemû rê li ber me tên xitimandin. Îktîdara ku herîz êde derbarê daraza serbixwede diaxive, talimatê dide darazê û ev yek nayê qebûlkirin.”
Beştaş da zanîn ku di 6 mehên dawî de hezar û 356 endam û nûnerên BDP’ê hatine girtin û wiha got: “Ev hejmar mirovan dike nava fikaran. Ev yek nayê qebûlkirin Ez daxwaz dikim ku di TCK û TMK’ê de guherîn pêk bê. Ger ku yên me vexwendiyê siyasetê bikin ne durubin dê vê guherînê  bikin. Li hemberî partiya me operasyoneke cidî heye û ev yek didome.” n ENQERE-DÎHA

BDP’î sewkî dadgehê kirin

35 kesên ku li Taksîmê di çalakiya şermezarkirina astengiyên li pêş hevdîtinên bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Çaglayan a Stenbolê kirin. 37 kesên ku li navçe û bajarê Şirnexê hatin binçavkirin jî sewqî Edliyeya Amedê kirin. Ji 161 kesên 3 roj berê li Taksîmê di çalakiya şermezarkirina astengiya li pêş hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin 131 kes serbest hatin berdan û 35 ku di navde endam û rêveberên BDP’ê jî hene, piştî pirsiyariya wan a Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, sewqî Edliyeya Çaglayan a Stenbolê hatin kirin. Di nava 35 kesan de Cîgira Hevserokên BDP’a Stenbolê Nural Dogan, Endamê Meclîsa BDP’ê Şaban Işiktaş, Serokê BDP’a Bagcilarê Eşref Yaşar, Serokê BDP’a Fatîhê Abdulkadir Akdag, BDP Ataşehirê Kemal Bilken jî heye.

Li aliyêdin 37 kesên ku li navçe û bajarê Şirnexê hatin binçavkirin jî sewqî Edliyeya Amedê kirin. Midûriyeta Polîsan a Şirnexê 3 roj berê li Cizîr û Şirnexê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP’ê de girtibûn û di serdegirtina malan de 37 BDP’î binçavkiribûn.




Polisan 16 BDP’î binçav kirin

Yekîneyên polîsan li Şirnex, Sîlopî û Elkê bi ser avahiyên BDP’ê û malên endam û rêveberên BDP’ê de girt. Di serdegirtina malan de 16 endam û rêveberên BDP’ê hatin binçavkirin.

Polîsan li Şirnexê û navçeyên Sîlopî û Elkê yên Şirnexê saet di 02.00’ê şevê de bi ser avahiya BDP’ê û gelek malên endam û rêveberên BDP’ê de girtin. Yekîneyên tîmên taybet û polîsên hêzên çevîk serê sibê bi maşîneyên zirxî bi ser avahiyê BDP’ê û gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de 16 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Sîlopiyê di serdegirtina avahiya BDP’ê ya Sîlopiyê ku 2 saetan berdewam kir de gelek ewraq û belgeyên rêxistinê desteser kir. Polîsan li taxên Yenişehir, Şehîtharûn, Boy, Dicle, Nuh û taxa Cudiyê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP’ê de girt. Polisan ku li malan lêgerînek hûr pêk anîn, hemû alav û amûrên malan li nava hev xistin. Di serdegirtina malan de rêveberê BDP’ê Vahap Otleş, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Şirnexê, Hasan Atak û enama Meclîsa Şaredariyê Zehra Baran hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek pirtûk, CD û kompîtûr desteser kirin. Polîsan di serdegirtina mala Hasan Atak de îdîanameyên ku der barê wî de berê hatibûn amadekirin jî desteser kirin. Hate zanîn ku di destê polîsan de lîsteya ku ji navê 18 kesan pêk tê jî hebû.


BDP’ê dê binçavkirinan şermezar bike
Rêxistina BDP’ê ya navçeya Sîlopiyê bi boneya zext û zordariyên li dijî endam û rêveberên xwe şermezar bike dê saet di 17.00’an de meşek girseyî pêk bîne.

Serokê BDP’a Sîlopiyê Bahattin Alkiş, bertek nîşanî binçavkirin û serdegirtina malan de û êrîş şermezar kir. Alkiş, diyar kir ku bi tu awayî ev êriş nayên qebûl kirin û ji bo ku ew vê zilma li ser siyasetmedar û gel şermezar bikin dê saet di 17.00’da de meşek mezin pêk bînin. 

ŞIRNEX